Min çapemenî wek çapemenîya Tirk bêbav, ?îrheram, dolheram, zinêkar û dijminê riknê milletê Kurd nedîtiye. Hema bûyerek li ku û çawa biqewime, yekser dixwazin têxin stuyê Kurdan û Kurdan pê piçûk bixin, wan bera hev din.
Di brîndarkirina Îbrahîn Tatlises de berî ku bûyer û kiryar e?kere bibin, kurên dêlê hema yekser gotin ku „?irîkê wî yan PKK kiriye“ û Kurd li dê û jinên xwe ceribandin.
?irîkê Tatlises yekser bersiva çapemenîya Tirk a bêbav da û got ku „ez amade me temamê serweta xwe bikim bi qurbana wî“ û êrî?ên çapemenîya Tirk rûre? û ?ermezar kir.
Helbet Tatlises carna lingê xwe zêdeyî lihêfa xwe dirêj dikir. Tiliya xwe dixist her qulê û bi gellek çete û rêxistinên tarî yên dewletê re hevaltî û ?irîkatî dikir. Em pirsgirêkên navbera wan nizanin, lê Tatlises di warê aborî de pir dewlemend û bilind bûbû. Dewlemendîya wî (bi taybet ji bo ku Kurd bû) wek strî û keleman ketibû çavê Tirkên ku ji Kurdan aciz bûn.
Çawa ku gellek karmend û dewlemendên Kurd wek „faîlî meçhûl“ hatin qetilkirin û rê li ber pê?ketina wan a aborî hat girtin, li gora min Tatlises jî ket ber heman lotikên çeteyên dewletê.
Bi taybet navbera wî û hikûmeta ba?ûrê Kurdistanê pir xwe? û ge? bûbû û di avadanîya ba?ûrê Kurdistanê de sor û germ bûbû Ev jî li hesabê hinek alîyan nedihat. Ji bo ku Kurdên ba?ûr di çavê awira gelemperîya Tirk û Kurdan de re? bikin, îcar ewladên zinê yekser brîndarkirina wî dixin stuyê Kurdan.
Ez serê we neê?înim, helbet wê qûna re? û spî derkeve holê. Lê ku dewlet çend kesên beredayî û zilamên xwe wek Kurdên ba?ûr yan wek PKKî bidin girtin û sûc têxin stuyê wan, qet ecêbmayî nemînin.
Hema kê ew brîndar kiribe xwedê mala wî bibe mîratê û hûn sax…
Stenbol