SEGÊ MEZIN ?IRÎKÊ GURG E

  Gurgek, serê çend rojan carekê dikeve nav pezê axê û pezekî jê dibe. ?ivan rastîyê dizane lê ji ber ku dixwaze seyê mezin berde ser dêlika xwe û çend cewrikan jê werbigire, rastîyê vedi?êre û ji axê re nabêje. Axa bang dike ?ivên û gefan lê dike û jê re dibê: Ezê pezên çûyî hemîyan ji heqê ?ivantîya te bibirim.

 ?ivan bê gav dimîne û ji axê re dibêje : Ez xulam seyê mezin ?irîkê gurg e.

Axa: Tu bêbextîyan li segê mezin dikî, ew segê navdar û jêhatî ,çawa dibe ?irîkê gurg ?.

?ivan : Heke tu bawer nakî, î?ev roja hatina gurg e, were nav pez û bi çavên xwe bibîne.

Axa bi ?ev diçe çolê nav bez. Dibe nîvê ?evê;  segê mezin hêdîka ji cihê xwe radibe li dor pez çerx dibe û ji alîyê çepê de diewte.

?ivan ji axê re dibê: Te bihîst, dengê ewtêna segê mezin ji alîyê çepê hat, wî hi?aret da gurg û gotê ji vî alî de were. Lê gurg wê ji alîyê rastê bizûre. Segê mezin jî wê segên din bide pey xwe û ji alîyê rastê de here û wan bixapîne,  gurg jî wê ji alîyê çepê de bê pezekî bibe.

Pi?tî 20 deqîqan zûrîna gurg ji alîyê rastê tê . Segê mezin radibe segên din dide pey xwe û diçe. Lê gurg ji alîyê çepê tê pezekî dibe. Axa dixwaze li pey gurg bikeve lê ?ivan nahêle û dibê : Bisekine, tuyê rastîyê sibehê çêtir bibînî.

Dotira rojê nêzîkî nîvro, segê mezin xwe hêdî-hêdî pa? de dihêle.

?ivan ji axê re dibê: Biner wî xwe pa? de hi?t,  tu wî ji ber çav nerevîne û wî bi?opîne.

Axa segê mezin di?opîne û  segê mazin ji girekî ber wê ve dibe  û diçe ser kelex. Axa jî diçe ser kelex û  çi bibîne, gurg bahra xwe pez xwarîye, bahra segê mezin jê re hi?tîye û segê mezin ketîye ser para xwe û dixwe. Axa guleyekê bera segê mezin dide, wî dikuje,  ?ûnda vedigere û tê cem ?ivên û jê re dibê : Kuro madem te dizanî ew ?irîkê gurg e,  te çima nediku?t?.

?ivan : Ne, ne te û ne kesekî din ji min bawer ne dikir. Û min dixwest doleke wî ji dêlika xwe bigirim.

Axa :Ne ew ?irîkê gurg, nankor û dolheram e, yên ji wî jî bibin wê her wek wî bin.

Werhasilî kelam, segên mezin, destebrakên gurgan di nav me Kurdan de pir in. Bi gurg re dikujin, bi ?ivên re ?înê digrin û hûn sax…

About The Author