Me îhaleya pira selatê stend

Belê, wek hûn zanin, di ola îslamê de çîroka pira selatê heye. Xwedêgiravî ev pir ji mû ziravtir û ji ?ûr jî tûjtir e. Kesên gunehkar wê nikaribin di ser re derbas bibin, wê jê werbin û bikevin cehnemê. Û kesên xêrkir jî wê bê pirsgirêk, wek otobanê di ser re derbas bin û têkevin nav 70 horî û nûrîyên bihu?tê.

Ez serê we neê?înim, wê rojê li ezmanê heftan, îhaleya tamîrkirina pira selatê dest pê kiribû. Ji gellek welatan ?îrket û karsazên zikmezin ketibûn civîna îhaleyê. Ê helbet ez jî wek nûner û berdevkê ?îrketa „Lotikxane GMBH,  Erd û Ezman Ekspres“ ketibûm civîna îhaleya pira selatê.

Pi?tî nîqa? û raberizandinên dûr û dirêj, îhaleya pira selatê bû par û qismetê me.

Ez serê we neê?înim, niha mifta derîyê pira selatê di destê me de ye kaka. Kesek bê destûra me nikare di ser pirê re derbas bibe, nikare biçe bihu?t û cehnemê. Dergevanê me Qutoyê Mîrkutmezin wek zebanîyekî li devê derî nobedarîyê dike. Qet xwe neê?înin û hewl nedin ku bê destûra me di ser pirê re derbasî axretê bibin. Ti?tekî bela? nemaye babam. Bê pere û bê vîze meriv nikare here ser do?eka jina xwe jî. Perê xwe bidin û di ser pira selatê re derbasî axretê bibin.

Haaaa, kesên ku bixwazin biçin nav hûrî û nîrîyên bihu?tê, divê 5 euroyên zêde bidin ?îrketa „Lotikxane GMBH, Erd û Ezman Ekspres“ ê.

Biryar biryara we ye babam….

About The Author