Xalê me Be?îkçî qû? li Kurdên çeqilmast qetand

Mêrê bi sed mêrî, Tirkê ji Kurdan Kurdtir, sosyologê insan û xwedî wîjdan, rebbê zilaman Îsmaîl Be?îkçî, dîsa da bin dûvê dewletê û Kurdên çeqilmast, dilê me dîsa rehet kir û xwelîya heft gundan bi serê Kurdên ku dibêjin: “Netew dewlet nemaye, dema dewletbûnê derbas bûye” dakir.

Xalê me Îsmaîl Be?îkçî, di rojnama Star de hevpeyvînek bi lotikvana rojnamê Ay?e Duzkan re kiriye û wek her carê, pirça serê dewletê û Kurdên çeqilmast hilçinî ye, tirr ji wan berdaye.

Ay?e Duzkan xanim jê dipirse:

Tê gotin ku gotina “netewbûn” ji holê rabûye. Gelo hûn dibên çi?

Ew jî bi ken bersivê dide:

“Heheyyyyy, tiiiirrrrrrrr li bin qûna wan kesên ku dibêjin “netewbûn ji holê rabûye”. Netew û netew dewlet qet ji holê ranebûye. Ev gotin tenê ji bo ku Kurd behs û doza dewletê nekin xistine rojeva Tirkiyê û Kurdan. Li Afrîka hê nû dewletên cuda çêdibin. Sûdana Ba?ûr jî bû dewlet. Filistînî dixwazin biin dewlet. Ma hema pelûla nedewletbûnê bi serê Kurdan de rijiyaye? Kî bêje dema netew dewletbûnê derbas bûye, bizanibin ku ew dijminatîya Kurdan dikin. Lam û cîm ji vê re tuneye” filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim, bi dîn û îman, xalê me Be?îkçî ji hinek serok û siyasetmedarên me Kurdan zêdetir Kurd û Kurdistanî ye.

Ma ezê çi bêjim xalê Be?îkçî?

Hema bela Kurdên çeqilmast bi qurbana herdu gunikên te bin û xelas…

Enqere

About The Author