NE JI MIN RE, NE JI TE RE

Gonûl keçikek rindik bû, qîza mîralay bû. Di xwendegehê (dibistan) de çavê hemû xortan lê bû. Lê ewê ji xeyrî kurê Serdar Sebrî rû nedida kesî.

Selamî jî  li pey Gonûlê xwe ?erpeze kiribû. Selamî lawek bejin kinik, rû pizrik û xiloxwarî bû. Ecêba ser ecêbê, Selamî li ku rûni?ta digot: “ Dêya  min jina min be Gonûl ji  min hez dike oxlim, hûn nizanin

Me got madem “ku raste ne derew e, biçe pê re biaxive, derdê xwe ji hev re vebêjin law.” Filan û bêvan…

 Selamî mecbûr ma here bi Gonûl’ê re bipeyîve. Çû bi Gonûl’ê re peyivî û hat, me got: “ Çi bû? Ka vebêje Selamî “ Selamî got:

 “Qûnekê rû neda min, hûn bisekinin ezê çi bînim serê wê qehpikê “ Me got: “Tuyê çi bikî, baqil be law! “ Got: “ Bi ?eref ezê biçim bêjimê ew Sebrî yê tu jê hez dikî nermik e (homoseksûel) ku li  ber çavê wê re? bibe “ Me got: “ Eyb e, ?erm e, wisa neke, ma gunehê Sebrî çi heye tuyê wisa bikî?”  Çavê Selamî sor bûye dibê: “ Madem ku ew keçik rû neda min, nebû yara min, ez wê ji kesî re nakim yar “ werhasil.

Ev jî wek mesela Kurdistanê ye. Hinek kesên ser û çav bi pizrik û xiloxwarî dibên: “ Yan wê Kurdistan bibe perçeyekî Tirk, Kurd jî bibin Tirk, yan jî ez ji Kurdan re nakim war”.

De were kirasê xwe neçirîne û nemire !

About The Author