CHE GUVARA YÊ KURDISTANÊ

 KEK  SELÎM, JI  NAV  ME   BARKIR  

 Kek Selîm, “Cewher Namiq” serokê yekem yê parlementoya herêma Kurdistanê û sekreterê berê yê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê, çû ser dilovaniya xwe.

Kek Selîm,  di sala1975 an de, di dema serkirdateyetiya demkî de (Qiyada Muweqet) berpirsê devera Behdînan bû. Di wan deman de ji ber mêrxasî, zanabûn û jîrbûna wî PKI ê jê re digotin: “Che Guvarayê Kurdistanê.”

Kek Selîm,  di kongreya sala 1979 an de wek  endamê polîtburoya PDK hat hibijartin. Sala 1991 ê berpirsê Bereyê Kurdistanî yê wîlayeta Kerkûkê bû. Sala 1992 wek yekemîn serokê parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin. Sala 2000-2003 sekreterê polîtburoya KDP bû. Herçend PKI ê jê re digotin” Che GoVara” jî, lê ew gelek ji Che Guvara yê Latîn Amerîkayê mêrxas, zana û jîrtir bû.

Mixabin me qedrê wî nezanî, dewsa/?ûna ku em wî ji xwe û dinya yê re bikin pê?eng û mînak, me her tim kesên bîyanî ji xwe re mezin kirin û navên wan xistin mejîyên zarowên xwe.

Em Kek Selîm ji bîr nakin. Ewê her di dilê me de bijî. Bila serê malbat, dost û hevalên wî û Kurd û Kurdistanê sax be.

About The Author