Sebahata me tirr ji komser berda

Polîsên dewleta virqo tehamilî tu ti?tekî Kurdan nakin. Bêbavan wek ciwangeyên ku çav li paçê sor bikevin, wek wan conegayên Îspanyayê êrî?î Kurdan dikin û rê nadin ku Kurd bi serbestî cejnên xwe pîroz bikin, lotikên xwe bi azadî bavêjin.

Li Silopîyê Kurd daketin hol û meydanan û xwestin Newroza xwe pîroz bikin. Lê polîsên dêlegura Asenayê, wek kerên ku mozik bi wan vedin êrî?î Kurdan kirin, bi gaza îsotan hilperikên ser ser û çavên Kurdan.

Wekîla BDP xaltîka me Sebahat Tûncer jî ket ber lotik û zîtirkên polîsan. Lê xaltîka me Sebahat Tûncer, ev tirr ji polîsan re nehi?t û heyfa xwe ji wan hilanî. Pi?tî ku di navbera xaltîka me Sebahat Tûncer û komserê polîsan Murat Çetiner de nîqa? germ û sor bû, xaltîka me Tûncer xwe negirt û got “ziringggggg” û ?iqamet li komser Murat Çetiner efendî xist, tirr jê berda û tilîyek avêt bin qûna wî.

Ez serê we neê?înim, niha ?iqama xaltîka me Sebahat Tûncer di rojeva Tirkiyê de bûye xala yekemîn û sermezinên partîyên dewletê ha ha êrî?ê dibin ser xaltîka me. Çima ku xaltîka me tirr ji komser berdaye û ?iqamek lêxistiye, Tirk li zora qûna xwe tînin û lêxistina komserê dewletê ji xwe re wek heqaretek mezin dibînin.

Ez bi xwe vê helwesta xaltîka xwe pîroz dikim û hêvîdarim ku wê temamê wekîlên BDP bi ?iqam, kulm û buksan li nav serê komser û polîsan xin û doxînê ji wan bi?emitînin heta bi kabokê..

Stenbol

About The Author