Polîsên Sivîl û Bêîteatiya Sivîl

Bêîteatî û Serhildana Sivîl pi?tî daxuyanî û ragihandinên BDP û KCKê dest pê kir. Çalakiyên ku bi pê?engiya mebûsê BDPê û ?aredarên Kurd dest pê kirine rastî astengî û êrî?ên dewletê hatin.

Polîsên Sivîl jî be?darî van çalakiyên sivîl bûn û kesên çalakiya rûni?tinê dikirin ji nêz ve ?opandin. Heta polîsên sivîl hew bi xwe karîn û çûn be?darî van çalakiyan jî bûn.


Bengî Y?ld?z: Ellawekîl ez ranabim!

Mebûsê BDPê Bengî Yildiz ji ber ku ne xwest polîsên sivîl li teni?ta wî çalakiya rûni?tinê pêk bînin (bê henek ha!), ji aliyê polîsên sivîl ên demokrasiya pê?verûyên herî pa?verû ve hate desteserkirin. Bengiyê me bi erdê ve hat ki?ki?andin û ew birin danîn cihekî ne çalak û aram!

Helbet Bengiyê me pi?tî ku ew danîn kêleka rê, bi kêleka rê qayil nebû û car din vegeriya cihê xwe yê ku bi hevalên xwe re çalakiya rûni?tinê dikir.

Dîsa di roja xwe ya ewil a serhildanên bêîteatiya sivîl de, li Amed û Nisêbînê jî ji aliyê hêzên dewletê ve astengî hatin derxistin û konên ku berê hatibûn danîn polîsan xera kir.

Bajarê Amedê jî digel ?aredarê xwe yê ku li gor hin derdorên em nizanin bê çi kes in dibêjin; ango (Bi bejnê nexapin) qeraseyê bi qasî sed mêran Osman Baydemîr, çalakiya rûni?tina bê rabûn didomîne.

Baydemîr: Serê min qurbana qebzeyên we be!

Li gor saloxên pêxwas û qirixên kûçeyên Diyarbekirê Osman Baydemîr gotiye, ’serê me jî bi?kînin em ji vir naçin‘ û tu hêzek nikare me ji vê mexelbûna sivîl rake û daye bin dûvê wan û pêl teriya hikumeta cîgerim qasimpa?alî Recebê ku ji bo dengê kurdan neçê pembû xistiye herdû guhên xwe kiriye…

Banga bêîteatiya sivîl ji ?ivan û gavanên Kurd re jî bikin!

Gelî heval û hogirên lotikvan hûn dibînin bê rûni?tin û mexelbûn çi bandorê dike ne wisa? Ez li ?ûna BDPê bim, ezê vê bangê pê?î li ?ivan û gavanan bikim û bihêlim ku bi sedhezaran pez û dewar li navendên bajaran mexel bibin!

Helbet dema her çar xwestekên bûne hinceta vê serhildanê hatin bicihanîn, wê çendik ji wan ji bo ser savarê û nava tir?ikê bibin qurban. Her ti?t berdêlekê dixwaze! De bila ev jî ji kar û xisara ?ivan û gavanan bê ku?tin!

About The Author