QANTIR NEWÊREK

Di van deh asalên dawî de, gelek kadirên hêja, ji partî, rêxistin û sazîyên xwe veqetîya ne û li malên xwe rûni?tine. Li pi?t înternetan li gor xwe, rojeva Kurdan di?opînin. Dema carnan bên nav civatan jî, rexneyên herî giran li rêxistin û sazîyan dikin.

Hejmara van braderên hêja, ji hejmara tevahîya kadirên bi rêxistinkirî zêdetirin û di warê kêrhatinê de jî,  piraniya wan ji kadirên bi rêxistinan re bikêrhatîtir in.

Lê mixabin û sed xebînet, ev kadirên me yên hêja, xwe nêzîkî rêxistin û sazîyên sîyasî, yên legal an jî îlegal nakin ( herçend rêxistin qedirek mezin jî didin wan ) û tim li

 dûrî wan dimînin.

Dema mirov ji wan dipirse: Hûn rexne , gilî û gazindan ji rêxistinan dikin, lê hûn bixwe ji bo  berterefkirina van gilî û gazindan, di nav rêxistinan de cî nagirin. Hûn di nava xwe de jî rêxistinekê danamezirînin. Ev rew? wê heta kengî wiha bime?e?

Bersîva wan hazir e û  dibên: ” Em hewil didin û lêgerînan dikin ku partîyekê ava bikin. Lê çend pirsgirêkên biçûk hene.”

An  jî dibêjin: Berê em di nava  partî û rêxistinan de xebitîn, me gelek ked da rêxistinê, lê  rêveberîya rêxistinê em xapandin, keda me berbivajî ve herikandin. Lewma em newêrin bikevin nava rêxistinan. Devê me bi ?îr sotîye, em pif dikin dew jî“ filan û fîstan.

Bi rastî jî ev brader gelek newêrek in, newêrekîya wan bûye sedem ku ew teral / tenbel bin. Lê bi bawerîya min, ev brader, xwe ji kesên di nava rêxistinan de kar dikin zanatir, jîrtir û têgehe?tîtir dibînin, lewma jî xirûr an jî karîyera wan rê nade ku di nava rêxistinek Kurd de wek kadirekî bixebitin. Lê ew brader di bin emrê Ewropayîyek nezan û asosyal de, bi dilxwe?î karê paqijî yan jî karekî din ku didine wan dikin û yeka wan jî nakin dudu.

Di Newrozên Ewropa de piranîya kesan, ji boy dost, heval, kesûnasan bibînin tên Newrozan. Lewre jî ew celeb kesane li cihê qahwe firotinê rûdinin û sohbetê dikin.

Kadirek ji yên partîyekê, van gilî- gazinên navborî, ji wan dike. Ew jî wek li jor hatî gotin xwe diparêzin.

Di nav wan de karkerek ku ew 35 salin di nav xebata welatevînîyê de ye, lê ew karker ne wek kesên sîyasî mutewazî ye,  ji ber rastgoyî û durustîya wî, kesên Kurdperwer qedrek mezin didinê.

Yê karker gotinê digire û ji wan re  wiha dibêje:

-Ez bixwe ne?êm çi alternatîfan pê?kê? bikim , ew karê partî û rêxisina ye. Lê ev serpêhatîya ku ez ê bibêjim, dibe ku bibe alîkar.

Di demek buhûrî de kesek gelek zexim,  bi hêz û quwet hebû ku barê hêstiran radikir, lê bi qasî bi hêz û quweta xwe jî newêrek bû. Navê wî jî Qadir bû, lê ji ber hêzbûn û tirsonekîya wî , xelkê jêre digot : “ Qantir Newêrek“

Rojekê Qantir bi rê de rastî kesekî bejin kin û lê pir wêrek tê, navê wî jî Quto Wêrek e.

Quto bi dengek bilind dibê:

-Selam û alleykum!

Qantir bi dengek nermik dibê:

Elêkum selam ezbenî.

Quto :

-Segbav, tu ji bo çi wisa bêyî dilê xwe silavê vedigirî ?

Qantir :

-Ez xulam, ez hema wilo me .

Quto:

-Kuro navê te çîye ?

Qantir :

-Navê min yê rastî Qadir e,  lê ji ber quwet û tirsonekîya min, ji min re dibêjin“ Qantir Newêrek“.

Quto :

-Kuro tu dixwazî wêrek bibî ?

Qantir:

– Belê ezbenî.

Quto :

-Ba? e. Çak guhdarîya min bike. Tu here mehekê bi tina serê xwe, li çol û çîyan bimîne, bi ?ev jî li çolan razê, pa?ê here nav ?ikêr û xiraban- gortan  heft ?evan jî  li wêrê razê, pêre here heft ?evan jî li goristan / mexbere/ zûyetan  razê. Ku te ev kirin, ez li filan deverê me, were min bibîne.

Qantir gotinên Quto yek bi yêk bi cih tîne û pa?ê diçe cem Quto.

Quto çawa Qantir dibîne jêre dibê :

-Segbav tu hatî!.

Qantir hema destê xwe tavêje pêsîra Quto û dibêje:

-Seg kurê sed segbavan tuyî ! Ezê niha te li wî dîwarî xim ku heft perasûwên te bi hevre bi?kên ha.

Îcar xuyaye ew kadir û siyasetmedarên ku li derveyî rêxistin û partîyan mane û newêrin bibin yek û ji xwe re partîyekê damezrînin, wek Qantiro jî nayên.

About The Author