Bê ecîn jiyan jê re heram e

Li ser bextê doktorên nexwe?xanê be, dibêjin gava bilbilê Ruhayê Îbrahîm Acises çavê xwe vekiriye, berî ku silavê bide civatê, doza çîxkofteyê /ecînê li doktoran kiriye û gotiye: „Jiyan bê xwarina ecîn, îsot û kehmecûnan nabe“ û dilê wî bijiyaye xwarina ecînê.

Lê doktorên wî xwarina giran lê heram kirine û gotine: „Nabe, tu karî tenê ?orba nîskê bixwî cîgerim“ û nexwe?xane lê kirine cehneme.

Pi?tre, dibêjin serokwezîr Kasimpa?alî Receb serdana wî kiriye, destê wî guva?tiye û soz daye Îbo ku wî wek namzetê wekîltîya AKP nî?an bidin. Yanî, wê di hilbijartinên Hezîranê de Îbo wek wekîlê AKP têkeve meclîsa virqo û di meclîsê de qîr bike „?emamê ?emamê, ?emamê bûkê“.

Ez ji niha ve wekîltîya ecîncî Îbo pîroz dikim û jê re lotikên xurt dixwazim.

Ruha

About The Author