Haydê Osman, bajo Osman, bajoooo!

Bi minasebeta çalakîya bêîtaatkarîya sivîl, serokê ?aredarîya Amedê Osman Baydemîr tanqa dewletê dagîr kir, ew hêsîr girt, derket ser tanqê û namûsa tanqa dewletê kir pênc pere.

Osmanê me li ser tanqê herdu tiliyên xwe rakirin hewayê, 5 deqîqeyan axivî û hesabê polîsên dewletê bi xirrê xwe nekir.

Pi?tî ku serok Baydemîr kela dilê xwe hênik kir û nîha qûna tanqa dewletê, wek mêran ji ser tanqê daket û çalakîya xwe bi serfirazî bi dawî anî.

Ez serê we neê?înim, xuyaye BDP û KCD bi vê biryara xwe lotikek pîroz avêtiye. Di vê dema ku welatên Erebên qûnre? dikevin ber lotik û zîtirkên serhildanê, heger BDP li ser gotina xwe bimîne û dawî li çalakîyên „bêîtaatkarîyên sivîl“ neyne, ez bawerim wê qû?ê li dewleta Tirk biqetînin û bala dinyayê bik?înin ser pirsgirêka Kurd.

Ez hêvîdarim wê roja Çar?emê ba?qanê me ji van çalakîyan re nebêje „êdî bes e“ û xwêsîya me di qirika me de nehêle…

Amed

About The Author