Netewa Zimanxwe?an

Çavê minê çepê zora çavê minê rastê bir û herdu çavên min bi hev re hatin girtin. Bi gotineke din, min nikarîbû xwe li ber xewê bigirta û raketim…

Çi ji kê re? Kêfa min çi wext bixwaze, ezê wê çaxê jî rakevim… Ez deve me û bi serê xwe me…
Ez carekê çeng bûm ser xwe, çi bibînim ba? e?
Ev pirseke beradayî ye. Dema ez çeng bibim ser xwe û li dora xwe binêrim, ji min pê ve kî wê zanibe min çi dîtiye û çi dibînim? Axir, ez werim ser mijarê, da ku mijar nereve.
Bi ya min, ev jî gotineke beradayî ye. Ma destên mijarê hene, lingên mijarê hene? Ewê çawa bireve. Yanî ez li xwe hayîl nebim, qet hûn li xwe hayîl nabin haa! Divê nivîkar jî û xwendevan jî baldar û haydar bin, an na emê çawa Tirkî biguherin an jî emê çawa têkevin yekîtiya Ereban, bibore, yekîtiya Ewropa? Bi ya min yekîtiya navxweyî ba?tir, çêtir û girîngtir e, lê dîsa jî gotineke û min kir…
Berî ku di navbera herdu çavên min de pevçûnek derkeve û min ji xewê ?iyar bike, ez dest bi mijarê bikim. Ez dibêjim mijar, lê ev xewn e gelî canik û camêran. Û hûn ne mecbûr in ku li xewna min guhdarî bikin.
De ka fermo bê min çi xewn dîtiye:
Ez li deverekê me; dever jî dever e ha… Her der dar û ber û ?ênkayî… Her ji bîst gavan kaniyek û fêkî û xwarinên cûrbecûr… Ev dever di?ibiya bihu?tê, lê hemû jinên xwe?ik, bedew, bi?ehwet û agirpêketî jî li wir bûn… Bihu?t û ev jinên bedew, xwe?ik, bi?ehwet û agirpêketî? Ber bi serê min ve nediçû. Dibe ku ez li dojehê bûm, nizanim, lê pir pir xwe? bû…
Ewil min ji xwe re xaniyek ava kir, pi?tre jî ti?tê herî girîng, yanî nivîn; erê, ji hirî û perîkên teyran min ji xwe re do?ek, lihêf û bahlîfek çêkir. Raketina bi tenê ne tu hawe ye. Diviyabû min nav nivînên xwe germ bikira, lê çawa?

Jinên li wir bi zimanekî ecêb dipeyivîn, min û wan ji hev fêhm nedikir. Lê dilê min dibijiya wan; yanî diçû wan. Ji binkirasekî tenik pê ve tu ti?t li ser wan tune bû; di bin wî binkirasî de jî, hêt û çîpên wan, kulêmekên wan, qelî?teka qûna wan, berzik û binberzika wan wek mirêkê xuya dikir. Dema te li wan dinêrî, ava heft ?orba ji devê te dihat; sê litre girêz bi dora devê te û devê efendiyê te diket…

Her yek wek xezalekê bû; yek ji yekê bedewtir û ?êrîntir bû. Ji bedewbûn û xwe?kbûna wan firk diket stûyê min; çavên min, mîna radarê li ser sîng û berê wan digeriyan û mîna mezeloqê diçû xwe li ser bedenên bi?ehwet datanîn.

Hindik mabû ?eple bi min keve û dîn bibim.
Him dixwazim xwe bavêjim ser wan û bi wî agirê wan, di nav ?ehweta wan de bikelim, bigevizim; him jî hinekî bi heyecan im û ditirsim; ya rast me ji zimanê hev jî fêhm nedikir. Lê diviyabû min xwe li wan biqewimanda û min li ekl û tehma wan binêriya…

Êdî min sincirandibû û ji sincirandinê hêdî hêdî agir ber bi doxîna min ve hildik?iya. Divê min nehi?ta ew agir bi doxînê keve û min nehi?t jî…

Min got, “Edî Bes e!” û min xwe li nav garanê qewimand…
Zimanê min bi zimanê kê dibû, ew jin fêrî zimanê min dibû. ?evê zimanê min bi zimanê sê-çar-pênç jinan dibû. Di hundirê mehekê de zimanê min û zimanê sed û sih û sê jinan bi hev bû. Pi?tî salekê zimanê min û sêsed û sih û sê jinan bi hev bû. Bi hev?abûna zimanên me re, di salekê de sih û sê zarokên min çêbûn. Du sal ?ûn de e?îreke min, sê sal ?ûn de civakeke min, pênc sal ?ûn de jî ez bûm xwedî netewek…

Her çiqas li wir sînor û sînorkirin tune bû jî, nizanim ji ber çi ez tirsiyam û di sê sal û sê meh û sê rojan de min sînorek ji xwe re çêkir û li ser wî sînorî jî, bi kevirên mezin û stûr, min dîwarekî zexm û bilind lêkir.

Min navê netewa xwe kir “Netewa Zimanxwe?an”. Zimanê min bi zimanê kê biba, zimanê wê jî xwe? dibû; jixwe pi?tî neh mehan zarokê-zaroka ku ji wê çêdibû jî bixweber dibû zimanxwe? û bi zimanxwe?î dipeyivî…

Rebazeke nû û nûjen, çeka bê xwîn!
Zimanê xwe bi zimanê wan bikin û xwe pa? ve bik?înin!
Lê divê ewil em zimanê xwe xwe? bikin, em xwe bikin zimanxwe?.

Lixwemikurhatin: Ev ne xewn bû, bi tenê xeyalek e!..

About The Author