Tirsa Kurdên Sûrî Çi ye?

Dîkê elo elo, ?amiyê fesad û binfisî Be?ar Esad, dixwaze bi gulu guluyan êm bavêje ber serhildêran. Lê belê wextê serjêkirina ?amiyê hatiye û diçe jî. Lê ti?tê ku em fahm nakin jî bêdengiya kurdên Sûrî ye.

Serhildanên çola Erebîstanê niha li Sûrî gûr dibin û heta ?amî û elok jî dane ber xwe. Kurdên Sûrî yanî kurdên rojavayê biçûk ê Kurdistanê li ber vê pêlê hê jî ji xew ranebûne û bi hêviya reformên Fesadê Rojhilata Navîn bêhi? ketine. Ji xeynî bajarên kurdên rojavayê biçûk bajar bi bajar pêla raperînê li Sûrî belav dibe.

Pi?tî têkçûna serokên Yemen, Tûnis û Misrê, Be?aro jî xwest ku, xwe û rejima xwe ya bêhnpêketî li ser lingan bihêle û berî ku serhildan gûr bibin soza reformên sîyasî da. Lê rew?a Lîbya û serhildana mûxelefeta Qeddafî hi?t ku mûxelefeta Sûrî jî were ser hi?ê xwe û ji Be?arê Fesadê çola erebîstanê re bêjin stoooooop!

Werhasilî kelam niha dîke elo elo jî wek hevalên xwe yên din li ber sikratê ye û gelê Sûrî jî li ber xwe dide. Lê mixabin, tirs û xofa xedariya salan a rejimê hê jî ji ser kurdên Sûrî neçûye û ji bo serhildanê bêbiryar in. Kurdên Sûrî tenê bi mafê nasnameya hemwelatîbûnê û serbestkirina cejna Newrozê qayîlbûyî dixuyin û fesadê kurê fesadan jî bi vê rew?a kurdan hinekî din wext qezenc dike…

About The Author