Zagros û Zerde?t a Mahabad Felat Arda derket!

Zagros û Zerde?t, yekem romana nivîskar û rojnamevan Mahabad Felat Arda ji aliyê We?anên Lîsê ve hat we?andin. Nivîskar bi riya vê romana xwe rew?a bakurê Kurdistanê ya di navbera 1978 û 1992’yan de darî çavan dike û di kesayetiya malbatek welatparêz de sosyopolîtîkaya herêmê, sosyopsîkolojiya gel, rew?a rêxistinên siyasî, bûyer û qewimînên demê û bandora wan a li ser gel dihüne.

Roman bi mînakên trajediyên jiyana gelê Kurd ve dagirtî ye, ku dem bi dem mirovan di nava agirê hestiyariyek kûr de dikelijîne. Her wiha nivîskar di heman demê de cî bi cî bi ziman û pêkenî, metelok û gotinên pê?iyan ve jî vegotina xwe dewlemend kiriye. Di romanê de, herêmên ku bûyer lê qewimîne, bi rengekî dewlemend hatine vegotin û ?ayesandin, ku mirov qet neçûbe wan deran jî, bi van vegotinan mirov dibe xwedî agahiyên dîrokî û cografî yên wan herêman û mirov xwe li wan der û waran dibîne.

Zagros û Zerde?t Mahabad Felat Arda Roman, 262 rûpel Adar 2011 We?anên Lîs / Amed

Kooperatifler Mah. Ö?retmenler Sok. Feray Apt. No: 1 Yeni?ehir-Diyarbak?r Telefon / Fax: 0 412 228 97 76 e-mail: wesanenlis@yahoo.com www.wesanenlis.com

About The Author