Wê çi jina malan jê derkeve loooo!

Gellek  ji siyasetmedar, hunermend û serokên hinek rêxistin û partîyên Kurd, pi?tî ku hêvî?ikestî bûn û tirr di wan de nema, li Ewrûpayê dest bi vekirina a?xane û restorantan, pîzzerîa û dikanên donerkebaban kirin. Hinek ji wan jî ji ber ku tu pî?e hunerek wan tunebû û ji bo ku ji birçîna nemrin, ji mecbûrî bûn firax?o, bûn çopçî, bûn teqsîcî û wekî din. Îcar xuyaye ev pelûl bi serê kevneserokê Partîya Dew?îrmeyên Tirkiyê (CHP) Denîz Baykal de jî rijiyaye yan wê birije.

Pi?tî ku di ser wekîla xwe de hat girtin û vîdeoya wî ya zinêkarîyê e?kere bû, pozmezinê Kemalîst û dew?îrme Denîzo, ji serokatîya CHP hat dûrxistin û xiyarek ji xiyarên Mêrdînê dirêjtir û qalindtir xistin wî. Êdî qîmetê wî û pîvazek xerabe bûye wek hev.

Xuyaye Denîz Baykal jî wek hinek serok û siyasetmedarên me yên li Ewrûpayê ji siyasetê hêvî?ikestî bûye û dixwaze bibe a?çî û xwarijpêj. Mêro pê?mal daye ber xwe, merdane xistiye destê xwe û ha ha hevîrê borek, lehmecûn û pîzza vedike. Yanî, tam jina mala ye ellawekîl! Ma wê çi jina malan jê derkeve law, heheyyyyy! Wê çi ?orbe û tir?ikên ?iklo ?iklo çêke, pekkk!

Bi ellawekîl zilamê ku wî ji xwe re bike jin kêf kir û hew. Kuro ma di vê dema me ya çirvirî de jinek wek Denîz Baykal bi destê kê dikeve oxlim?

Enqere

About The Author