Îbo xwe ji me xeyidand

Bilbilê Ruhayê û ?ahê îsotan cîgerim Îbrahîm Tatlises, ji komayê derket, got „selamunaleykum“ û silavek germ û nerm da hezkirîyên xwe.

Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin xwedêgiravî Îboyê me ji Demokratîk Lotikxane Partîsî xeyidî ye û dilê xwe girtiye.

Çima?

Çima ku Lotikxane zêde zimandirêjîya îsotên Ruhayê dike û bi namûsa îsotan dilîze.

Li gora sîxurên me dibêjin, dibêjin Îbo bi kujtina xwe razî ye lê bi zimandirêjî û piçûkkirina îsotan ne razî ye. Tew ji xwe ew qet û qet li ser îsotên Ruhayê qebûl nake û xwe li ser wan dide kujtin jî.

Li ser vê agahîyê, me wek Komîta Navendî ya Demokratîk Lotikxane Partîsî, pênc kîlo îsotên Ruhayê ji ewên sor û wek êgir, ji Îboyê xwe re ?andin û em li ber dilê wî geriyan da ku ji me nexeyide û di nexwe?xanê de sekta dil derbas neke.

Ez serê we neê?înim; niha em û Îbokê xwe li hev hatine û me soz daye hev ku pi?tî ew ji nexwe?xanê derkeve, emê herdu partî (Demokratîk Îsot Partîsî û Demokratîk Lotikxane Partîsî) hevkarî û enîyek netewî li dar xin û wê hevkarîya xwe bi „Festîvala Xwarina Îsotan“ pîroz bikin.

De li ser xêrê be rebbî…

Stenbol

About The Author