KA.DER ê tirr ji wan berda

Komela KA.DER a jinparêzan, bi minasebeta nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê û zêdekirina wekîlên jin, her sê serokên partîyên dewletê Erdogan, Kiliçdaroglû û Bahçelî kirin jin û tirr ji wan berda.

KA.DER dixwaze ku nîvê parlamentoyê jin bin û ji 500 wekîlên meclîsê, 275 jê jin bin da ku mafê jinan zêdetir bê paraztin. Ji ber vê, KA.DER ê her sê siyasetmedarên sermezin kirine jin û namûsa wan kiriye bexdûnis.

Lê xwedê heye ha, wêneyên pir xwe? çêkirine. Yanî jin bi jintîya xwe nikarin wek Erdogan, Kiliçdaroglû û Bahçelî bedew û lihevhatî bin. Ez bawerim heger ev her sê siyasetmedarên Tirk bi van cil û bergên jinan derkevin nav gel û propaganda partîyên xwe bikin, wê zêdetir deng û rayan bistînin.

De ka li wan binerin û hûn biryarê bidin qurban….

Enqere

About The Author