HÊRÎ?ÊN LI SER NEWROZAN

 Cejna Newrozê, wek ziman û welat, malê her Kurdekî/ê ye. Her rêxistin, sazî, partî, çîn û tebeqeyên di nava çînan de xwedîyê wê ne. Û herkes dikare wê li gor dilê xwe û rew?a têde ye pîroz bike. Heqê çi kesî nîne ku kirasek yekrengî lê bike. Lê sedheyf û xebînet, pêvegirêdayên hinek mela û ?êxan, wek her ti?tî dixwazin Newrozê bikin a xwe û hemi Newrozên ku ne di bin bandora wan de nin; hêrî?an dibin ser û wê roja pîroz li Kurdan heram dikin.

 Pêvegirêdayên hinek terîqetan îsal jî hêrî?ên xwe birin ser gelek ?ahîyên Newrozan. Ya herî dawî jî “ heta niha” ya HOLLANDA  li bajarê Denhaqê bû. Newroza Denhaqê ev çen sal in bi pi?tgirî û alîkarîya ?aredarî/ Beledîya Denhaqê tê kirin. Derveyî pêvegirêdayîyên hinek alîyan, hemi komelên Kurdan bi hev re ne. Îsal jî wek Mihrîcan“Festîval” ji 19 ê Adarê dest pê kir û di 27 ê Adarê de jî, bi ?ahîya pîrozkirina Newrozê dawî lê hat.

Newroz heta seet 8 an didome, seet di 8 an de bi qasî 30-40 kes, li ber derî dicivin û gefan dikin û dibên:” Divê ?ivan dernekeve ser sehnê”. Lê gav dibînin quweta wan jê naxwe ku pê?îyê li derketina ?ivan bigirin; vê carê taqtîqan diguhêrin û ji polîs re telefonê vedikin û dibên:” Di cihê ?ahîya Newrozê de bonbe heye” û polîs tên herkesî derdixin derva û ?ev betal dibe. Lê ?ivan jî, bersivan bi awayek Kurdewarî û bi wêrekî  dide, bi mîkrofona tirinbêla polîsan bangî gelê xwe dike û kiryara wan ?ermizar, rûre? û rexne dike.  

?ivan bi kurtî Dibêje : 

Van tetîkkê? û hêrî?bazan em li hemberî dinyayê rezîl kirin. Ewan em jî, Apo jî, Kurdistan jî mehf kirin. Zarokên xwe bidin xwendin, bila wek van sûtaran, hêrî?î gelê xwe û nirxên Kurdan yên pîroz nekin, nebin xayînê milet û welatê xwe ku Newroz û ?ahîyên xwe xira bikin. ?ivan di megafona tirinbêla polîsan de Brayên Delal,  Ey Reqîp û Kî Ne Em xwend û di dawîyê de jî got “BIJÎ KURDISTAN “

Gelî Kurdan!

 Heke em bawer dikin wê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi xirabkirina Newroz û ?ahîyên Kurdan çareser bibe û Newroz bibe “malê terîqet yan partîyekê”, wî çaxî hewceye em bi mal û can, bi hemi kiryar û ?îyanên xwe, “ namûs jî tê de” ?ahî û Newrozan xirab bikin. Heke em nekin, em xayîn, xwefiro?, dijminê Kurd û Kurdistanê û bê kêr û bê rûmet in……

Na heke em bawerin wê pirsa Kurd û Kurdistanê bi vî rengî çareser nebe, ?ahî û Newroz divê pir rengîn be û her Kurd karibe xwe tê de bibîne; hewceye em bi mal û can, bi hemi kirin û ?îyanên xwe “namûs jî tê de” li dijî xirabkeran ?erek tund û tûj bidin. Heke em nedin, em dîsan xayîn, xwefiro?, dijminê Kurd û Kurdistanê û bêkêr û bê rûmet in…..

Lê heke em bibêjin :” Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê pê çareser nabe û wê xirabtir bibe, ji ber vê emê bêdeng bimînin, wî çaxî berjewendîyên me, di van kiryarên li dijî Kurd û Kurdistanê de hene û em ?irîkê valakirinên gundan, ?ehîdbûna 60.000 kesan, talan û wêrankirina Kurd û Kurdistanê ne. Û wê sedemên hemi xirabîyên ku bên kirin jî dîsan em bin. Wê miletê Kurd rojekê hisabê wî karî ji me bipirse.

About The Author