MA EM JI QUZÊ KERÊ NE?

Ba? nayê bîra min, lê wisa bawerim sal 1975 bû. Kurdên Ba?ûr li bajarê Bonn ê ?ahîyek li dar xistibûn. Kek Tariq Eqrewî jî Mîr Kamûran Bedirxan vexwendibû wê ?ahîye.

Mîr Kamûran jî ew ne ?ikand, bi wê pîremêrîya xwe hate ?ahîyê. Çend Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ( ku piranîya wan mele bûn û  bi karkerî li Elmanya dixebitîn) li dora mîrê xwe civîyabûn.

Bi qasî tê bîra min, kek Çelo ( Mele Çelebîyê Girêsîrî/goreceyîz),  Mele Ebdilkerîm, Mele Sidîq, Mele Zekî, Kek Ûbeyît ?aqar û çend Kurdên binxetê ku ez xelet nebim yek ji wan nîvîskar Konê Re? bû), me sohbet dikir. Kurdên me li ser meselên Kurdayetî û  xasma li ser meselên ziman pirs ji mîr dikirin. Wî jî bersiva wan dida. Di navberekê de Mîr Kamûran ji wan kesên ku li dora wî civîyabûn yeko yeko pirskir ka ji kîjan bajarê Kurdistanê ne? Wan jî navên bajarên xwe jê re digotin.

Di nav wan de yê herî xort ez bûm.

Mîr Kamûran got:  

-Brazî tu ji kîderê yî ?

Min got:

-Ezbenî ez ji Hekarya me.

Mîr got:

-Tu ji kîderê yî ?

Vê carê min got:

-Ez ji Culemêrgê me.

Mîr Kamûran Axînek kê?and û got:

-Tu ji kezeba Kurdistanê yî!.

Li ser wê gotina Mîr Kamûran, Mele Çelebî devê xwe anî ber guhê min û got:

-Kek Xalid, ma tu ji kezeba Kurdistanê yî û em ji quzê kerê ne….!

Mîr Kamûran bi wê minasebetê gelek xwe bi min xwe? kir û me dest bi sobetê kir.

Ji ber me her çend hevdu ne dîtibû jî, lê min jê re name ?andibûn ( ji bo ku ez çêtir fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibim, kitêbên wî yên nivîsandî jê xwestibûn û wî jî ji bo min ?andibûn.) Berî kitêb bên nameyek ji min re ?andibû û di nameyê de gotibû: ”Brazî, min kitêbên te xwestî dan postê û ez niha hatim malê”. Ji bo hindê min spasîya xwe jê re got.

Ku Mîr Kamûran zanî yê kitêb jê xwestî ez im û dixwazim çêtir fêrî zimanê bav û bapîran bibim, xwe zêdetir bi min xwe? kir û yên din ji bîr kirin.

Di navberekê de folklora Kurdî derket ser dîkê. He?t xort û keçên Kurdên Dersimê govend ge? dikirin. Kêyfa  Mîr gelek ji wê govendê re hat û dikir ku ji kêfan bifirîya.   

Mîr got:

-Axxx! Brazî, welah dilê min jî dixwaze, lê çokên min ranabin…

Bixwe ji ber wê eleqa ku Mîr Kamûran nî?anî min dayî û ?ûn de, hevalan yan ji min re digotin “Mîr” an jî digotin “Kezeba Kurdistanê “.”Heta niha jî kesên wan deman welatparêzî dikirin û min nas dikin, dibêjin “ Mîr an jî Kezeb”

Têbînî : Her wek tê dîtin ev ne tenê pêkenok e, her wiha bîranînek dîrokî ye.

Di xebata min ya welatevînî de Mîr Kamûran bi pirtûkên xwe, Kek Çelo/ Mele Çelebîyê Girêsîrî û Kek Ûbeyît ?akar bi dostanî û zanabûnên xwe ji min re bûn rêber û alîkar. Hersê jî çûne dilovanîya xwe. Bila rehma xwedê li wan be û cihê wan behe?ta baqî be.

About The Author