Erê dinyayê!

Belê…

Serokwezîrê Tirkiyê Kasimpa?alî Erdogan hat Hewlêrê û bi alên Kurdî û Tirkî hat pê?wazîkirin.

Dibêjin fêda tirsê ji mirinê re tuneye.

Hetanî berî çend salan jî, Tirk wek marên re? ji Kurdên ba?ûr û bi taybet jî ji serok Barzanî û PDK ditirsiyan, li ber çavên wan wek tenîya binê bero?ê bûn, ew wek seroke?îr, hov û nijdevan didîtin, wilo qebûl dikirin. Lê dem hat, dewran zîvirî, ew seroke?îrên Kurd bûn serok, bûn wezîr û rayedarên dewletek federal, bûn xwedîyê alayek fermî û Tirk jî mecbûr man herin ber lingên wan û di bin alaya Kurdistanê de biaxivin.

Helbet wê partîyên mîna MHP, CHP û çeqilmastên wek wan li dijî serdana Erdogan derkevin û vê serdana wî wek pi?tgirîya Kurdên ba?ûr û terorîstan ji bo propaganda xwe ya hilbijartinê bi kar bînin. Lê herweha Erdogan jî belasebeb nehatiye Hewlêrê haaaa, na!

Ji bo ku bandora serok Barzanî û PDK li bakurê Kurdistanê heye û gotina wan di nav Kurdên bakur de derbas dibe, mêro dixwaze xwe li ber dilê wan ?îrîn bike da ku hinek e?îrên Kurdên bakur deng û rayên xwe bidin wî û partîya wî. Yan na, Kasimpa?alî wilo ne a?iqê çavên Kurdên ba?ûr e kaka. Wê ji alîyekî dîsa wek berê bixwaze ku Kurdên ba?ûr ?erê PKK bikin (ku êdî ew xewn e), yan jî wê bixwaze ku generalên KCK qaîl bikin ku çekên xwe deynin û werin têkevin zîndanên dewleta Tirko û bi çend lotik û zîtirkên nermik mesela Kurdên bakur bincil bike.

Ez serê we neê?înim, di her halûkarê de serdana Erdogan gav û lotikek erênî û pîroz e. Wê bi xêra serdana wî, çend rojan jî be, wê alên Kurdî û serokên ba?ûr di medya û televizyonên dewleta  Tirko de cîh bigrin û wek derzî û ?ûjinekê têkevin çav û guhên wan. Ev jî lotikek pîroz e wesselam…

Hewlêr

About The Author