Mamê me Kaya jî dixwaze vegere welatê xwe

Siyasetmedarê Kurd mamê me Ya?ar Kaya, li Hewlêrê çû pê?wazîya serokwezîrê Tirkiyê Kasimpa?alî Receb û çend lotikên germik û nermik avêtin.

Li gora fitne û fesad dibêjin, mamê me Ya?ar Kaya, ji çapemenîyê re gotiye ku ew zêdeyî 18 salan e dûrî welatê xwe ye (bakur), ew kal bûye û êdî dixwaze vegere welatê xwe. Kaya gotiye ku ji bo vegera xwe berê jî wî name ji Erdogan re ?andiye û serdana Erdogan a li Hewlêrê lotikek dîrokî û erênî ye.

Werhasilî kelam, xwedê xerîbî û penaberîyê neke qismetê kesî. Helbet kesek naxwaze dev ji axa bav û kalan berde û mihacir bijî. Mamê me Ya?ar Kaya jî dixwaze pi?tî vî temenî vegere ser axa bav û kalên xwe û çend salên ku ji jiyana wî mane, li welatê xwe, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derbas bike.

Xwedê bikim Kasimpa?alî Receb jê re bibe alîkar û hisreta vegera welêt di dilê mamê me Ya?ar Kaya de nemîne.

Amîn!

Hewlêr

About The Author