Mamê me Ya?ar nîha qûna çapemenîya Tirko

Lotikvanê mezin, mamê me Ya?ar Kemal, nîha qûna çapemenîya Tirko û tirr ji wan berda.

Wek hûn zanin, ji çapemenî û medya Tirk bêbavtir û nîjadperesttir neketiye ser ruyê erdê. Dijminatîya ku medya Tirk li himber Kurdan dike, gur û keftar, çeqel û kûçik jî nakin. Bêbavan bi navê çapemenî û medya azad, êrî? li ser êrî?ê dibin ser gelê Kurd û berpirsên gelê Kurd.

Di vê derbarê de nivîskarê mezin û lotikvanê Kurd (ê ku xizmetek mezin ji çand û zimanê Tirkî re kiriye) mamê me Ya?ar Kemal, çavê xwe girt û devê xwe vekir, da bin dûvê helwesta çapemenîya Tirko û qûn li wan kir çarox.

Mamê me Ya?ar Kemal, di vê derbarê de derzî û ?ûjin di çav û qûna çapemenîyê de rakir û got ku „divê medya û çapemenî bê teref be, alîgirîya terefekî neke, erênî û rasteqîn be û bi pirsgirêkên netewî wek pirsgirêka Kurd nelîze, êrî?î vê doz û pirsgirêka netewî neke“ û tilîya xwe xist çavê nivîskar û gerînendeyên çapemenîya Tirko û virqo.

Ez serê we neê?înim, mamê me Ya?ar Kemal, mêrê bi sed mêrî û bi çavekî, vê carê kêm be jî dilê me rehet kir û pelûlek germ bi serê çapemenîya Tirko de werkir.

Ez vê lotika mamê xwe pîroz dikim û hêvîdarim ku wê xwedayê erd û ezmên çavê wî yê kor rehet bike..

Stenbol

About The Author