ÎNGLÎZ

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0

Serdema salên 1970yî bû. Xwendekarek ji Argoniyê ’Erganî’, hatibû li bajarê Amedê ji xwe re xaniyek kirê kiribû. Ev xwendekar, li zanistgeha Amedê, li be?ê Zimanên Biyanî, ziman û wêjeya îngilizî dixwand. Ji ber ku xwe pir ba? hînî zimanê îngilîzî kiribû, hevalên wî jê re digotin: Înglîz.

    Xwendekar Înglîz, pir ji xwarina he?înahiyê hez dikir. Çandina sebze û pincaran, li nav baxçeya xaniyê xwe kêm ne dikir. Sebz û hê?inahiyên wek bexdenûs, tomate, pîvaz û hwd..

    Rojekê, Înglîz li nav xaniyê xwe bû, ku du erkdarên ?aredariyê, li deriyê malê dan û dakutan hundurû. Erkdar dixwastin, ku li pi?kjimêrê avê û elektrîk binerin û ji Înglîz pereyên av û elektrîkê bigirin.

    Înglîz mirovekî rawi?txwe? e, lê belê ew roj jî, hinekî bi hêrs bû. Loma bi milên erkdaran girt û yekser berê wan da ?ûna sebz û pincarên li nav bexçeyê xwe û ji wan re bi nermahî û bi hêdîka van gotinan got; ’werin ez ê ti?tekî nî?anê we bidim!’

    Înglîz erkdaran bir ber bexçeyê li ber dîwarê hew?a xênî. Gava erkdar berê xwe dan bexçeyê Înglîz’î, dîn, ku li ser erdê bexçeyê, bi bexdenûsan, peyva ’Kurdistanê’ bi tîpên gir hatiye çandin: K.U.R.D.I.S.T.A.N. Erdê bexçê, bi bexdenûsan bi peyva ’Kurdistanê’ hatiye neqi?andin û xemilandin.

    Erkdarê ?aredariyê, pê?î bi meraqan berê xwe dan hev li hev nerîn û pa?ê jî, ruyê xwe li hêla Înglîz’î zivirandin. Hingê Înglîz destê xwe dirêjî ser van bexdenûsên kurdistanî kir û hinekî li ser pelên bexdenûsan bi nermahî miz da û pê re jî, bi wê rûkeniya xwe ya nerm û lihev, vê gote wan:

    – Hevalino, ev der erdê Kurdistanê ye. Bexdenûs jî, av jî, elektrîk jî, tev yên me ne. Gerek e ?aredarî pere bide me, ne ku em bidin ?aredariyê! (II).

    Di gelek waran de, Înglîz xortekî ji dema xwe pê?ketîtir bû. Ne tenê jîr bû, xwe?cir û rawi?txwe? bû jî. Xwedî rawi?teke mirovane û xortekî merd û bawermend bû. Her wisa jî, ew xwedî fîlozofiyeke me?qî ya herêk bû.

    Gava Înglîz ne li mal bû, deriyê mala wî ta ser pi?tê vekirî bû. Xaniyê têdebû, pir kevin bû. Loma hevalên wî yên xwendegehê navê xanî danîbûn; muzexane. Kî bixwasta, dikaribû bi hêsanî biketa nav mala wî.. ji ber ku derî qet kilît ne dibû.

    Carinan hevalê wî Dilovan, ji bo serdanê dihat malê, didît, ku derî ta ser pi?tê vekirî bû. Tenê dîwaneke kevin a hesinî, li devê derî hatibû spartin. Kî bixwasta ji derî biketa hundur, diviya, pê?î vê koma hesinên kevin bida alî û pa?ê biketa hundur.

    Înglîz, ji hevalên xwe yên, ku carinan ji bo seredanê dihatine mala wî, berî her ti?tî, vê digote wan; ’hevalino, heger hûn werin û ez ne li malê bim, eman ha! Ne ji derî, lê ji pencereyê bikevin hundur. Heger hûn pencerê hinekî tahn bidin, ew ê vebe. Pa?ê jî, fî?a elektrîkê, ya li biniya pencereyê, ji dîwar bik?înin û hîna destê xwe bidin wê koma hesinî ya li nav derî. Yan na hingê elektrîk wê bi we bigre ha!’

    Carekê, gava Dilovan hat seredana Înglîz, dît, ku çend koremi?k, di nav wan têlên bela wela yên li nav devê derî, pêkve asê bûne. Di wir de elektrîk bi wan girtiye û wisa di cihên xwe de mirine û mane. Ev azîneya bi karhanîna elektrîkê, azîneyeke ji bêgaviyê bû, ku Înglîz li hevber rîska talanbûna malê bi kar dihanî. Koremi?k ji ber pêlên elektrîkê miribûn, lê heger mirov destê xwe bida wê koma hesinî, hew tenê ?oqeke elektrîkî ya bêyî xetera mirinê bi mirov digirt.

    Carinan, Înglîz rêberiya tûrîstên ku ji Ewrûpayê dihatin, dikir. Bi wan re diçû ta Serhedê, Botan û Berfiratê. Ev tûrîst, tev mirovên zanistvan û kurdolog bûn, ku ji bo xebatên xwe yên zanistî yên li ser ziman, mêjû, erdnîgarî û çanda kurdan, dihatin gera Kurdistanê. Kurdên li dûriya welêt, van kesên xebatkar, tev di?andin nik Înglîz. Ev, hem ji bo ku Înglîz kurdpererekî zane bû û hem jî, bi zimanê îngilîzî pir xwe? û qenc dizanî.

    Carekê, gava Înglîz bi çend tûrîstan re ge?tek li navçeya Hekarya û Cûlemergê kiribû û vegeriyabû, pir dilbiê?, xembar û bi keder bû. Ji lewre, wan tûrîstên ku Înglîz bi wan re li ge?ta Kurdistanê bû, sê polîsên sîvîl ên dewletê ew ku?tibûn. Du jin û mêrek ji Swîsreyê hatibûn. Înglîz xwe bi dijwarî ji mirineke misoger rizgar kiribû. Polîsên sivîl, pê?î dest avêtibûn jinan, pa?ê jî, kamera û pereyên wan ji xwe re biribûn. Di ser de jî, van kujekan, xwe bi xwe beyanekê dabûn rojnameya nijadperest a bi navê Hurriyetê û gotibûn, ’rêbirên kurd dest avêtin sê tûrîstan û pa?ê jî ew ?elandin û ku?tin.’ Ev bûyer sala 1977ê rû dabû.

    Înglîz di xwandinê de jî, yekî jîr û jêhatî bû. Ji ber bûyer û rûdanên tund ên civakî yên li wê demê, xwandina li zanistgehan, hingê pir sext û dijwar bû. Ji ber van rûdanan, mamoste nîn bûn. Berdewamiya rojên xwandinê kêm bû. Her çend wisa jî bû, Înglîz vê xwandina xwe bir serî û bû mamosteyê zimanê îngilîzî. Ji xwe, piranî wî li malê dixwand. Li ber karê xwandina zimên, bi karê xwandinên li ser babetên cihêreng jî dirabû. Li teni?ta mêjû û zanista civakiyê, wî di warê kîmya û biyolojiyê de jî xwedî hin ?arezayiyên bingehîn bû.

    Gava cûnta le?kerî ya 12yê îlonê sala 1980yî desthilatî girt, Înglîz ji ’muzexaneyê’ derketibû û ketibû mala Xur?îdê Canoyê Xwe?ikî. Ji ber girtina polîsan li ser vî malî, Xur?îdê Cano, xanî di cih de hi?tibû û ji wir bar kiribû, çûbû taxeke din. Polîs li kurê Xur?îdê Cano, li Dilovên digeriya.

    Rojekê, Înglîz lîsteyek amade kir. Li ser vê lîsteyê hejimara studyoyên wênegir (foto studyo) û navê nexwe?xaneyên li Amedê nivîsî û pa?ê jî, çû ji nav bajêr li gor hejimara studyoyên wênegiriyê û hejimara nexwe?xaneyan, bermîlên biçûçik, ên ji naylonê kirî. Ji van bermîlan her yek li van studyoyan û li nexwe?xaneyan bi cih kir. Ji xwedîstudyoyan û nexwe?xaneyan re got; ’ta ku hûn wê ava tabê, ya ku pê wêne tab bûne dirêjin, ji çakiya xwe, ew ji me re bêxin di nav van bermîlan de.’

    Li piraniya nexwe?xaneyan jî, alîgir û kaderên tevgera ramyarî, ya bi navê Lehengên Rizgarîvan ên Doza Netewî hebûn. Van alîgiran, pir bêtirs û fedakar bûn. Bi rastî jî xwe ji bo dozê dikirin gorî. Ji ber ku Înglîz, endamekî vê tevgerê bû, loma bi hêsanî, gelek bermîl, li nav nexwe?xanyên bajêr bi cih kiribû. Li nexwe?xaneyan jî fîlmên rontgen’ê (x-ray) bi wê ava kîmyewî tab dibûn.

    Înglîz van bermayên avên kîmyewî, yên tabê, yên wêne û rontgenan, bi bermîlan dihanî malê. Li ser maseya Înglîz; çavkaniya (baterî) elektrîkê, ya ku ta 24 voltajê bi hêz, hebû. Li ser vê alava elektrîkê jî; bijkojek hebû, ku bi vê bijkojê, kerta ji 1-ê ta 24-an, wêstgehên xurtbûn yan jî kêmbûna hêza elektrîkê pê diguherî. Li biniya masê jî, di nav lengeriyeke mazin a naylonî de, ew bermaya ava tabê, ya kîmyewî hebû. Ji çavkaniya elektrîkê, du mil têl (+ û -) didaketin ber bi jêr ve û li dawiya her milekî jî, perçeyekî metalê pahn ê çargo?e yê ji miz (paxir) girêdayî hebû. Înglîz van her du perçeyên mizî (anot û katot) dikir di nav vê avê de û bijkoja alava çavkaniya elektrîkî divekir. Hinek jî, maddeyên kîmyewî diberda di nav avê de. Di wê odeya, ku vê me?qkirinê tê de dikir, havîn yan zivistan, pencereyên odeyê ta ser pi?tê vekirî dihi?t.

    Serê beyaniyan, gava Înglîz ji xew ?iyar dibû, yan kasêta Aramê Tîgran, yan jî ya Mihemed Arifê Cizrawî li ser teybê, dadihêna û diçû li encama me?qkirina kîmyewî tema?e dikir. Li serê beyanî, mirov didît, ku çi zîvên di nav wê ava tabê de hebûn, tev xwe kiribûn xilt, terte û qulatên biçûçikîn û xwe bi wan her du perçeyên metalîk ên mizî ve ragirtibûn. Înglîz, van xilt, terte û qulatên zîvînî, wisa bi hostane daifirand û piço piço dida hev û pa?ê jî, tev li ser êgir diheland û dikir qulateke mazin. Carekê, bi vî awayî, bi pereyê wê demê, bi buhayê he?tê hezar lîra zîv afirand û van pereyan tev da berpirsiyarê tevgera, ku Înglîz tê de endam bû.

    Gava girtina polîsan li ser xaniyê Xur?îdê Cano her berdewam kir, Înglîz jî, ji ber vê yekê êdî ne ma dikarî, li wir bimîne û ji wir bar kir çû taxa Çarriya Rezan. Li wir maleke nuh kirê kir. Hingê Neyo û ?ef Remezan û Dilovan jî, gelek caran dihatin serdana wî. ?ef Remezan xortekî çeleng û bejindirêj bû. Li Xwendegeha Bazirganiyê Mamosteyê zimanê îngilîzî bû. Heyamekê, serokatiya komeleyeke navdar a kurdan, ya li herêmê kiribû, loma gundî tev jê re digotin ?ef. Her wisa vî navê ?ef li ser wî mabû.

    Neyo jî endeziyar bû. Lê belê pir henekvan û teraqdil bû. Digot; ’ji min re bibêjin; mandiz’ ango ’muhendîs’/endeziyar. Neyo endeziyarê petrolê bû. Gelek sal, li karê dewletê xebitîbû û pa?ê gava pêwendiya wî bi hêzên têko?îna azadiyê bûbû, ew ji kar hatibû derxistin. Înglîz û ?ef jî, her wisa ji ber heman sedemî, ji karê xwe, ji karê mamostetiyê hatibûn derxistin. Dilovan jî, xwendevanê li dibistana olî, ya bi navê Îmam-Xetîbê bû, lê belê ew jî, ji ber heman sedemî, ji xwandina xwe hatibû bi dûrxistin. Tev bêkar û bê debar, li wê mala biçûçik a Înglîz bi hev re hev diman. ?ev û roj li nik hev bûn.

    Dem dema cûntaya le?kerî bû, Lê serok û rêberên vê tevgera ramyarî, ya bi navê Lehengên Rizgarîvan ên Doza Netewî, erkên li ser ?anê xwe tam bi cih ne dihanîn. Serokên vê tevgerê, li ?ûna rêbertiyê ji xelk û dozê re bikin, kader û alîgiran li hev kom bikin, tev reviyabûn û xwe dabûn alî. Hinek ji wan çûbûn Binxetê, hinek çûbûn ber bi Ba?ûr ve, hinek çûbûn Stanbol û Îzmîrê û hinekîn din jî, çûbûn ta Ewrûpayê. Xwedê giravî hin ji wan serokên li Ewrûpayê, pa?ê vegeriya bûn û çûbûn le?kerî jî ji artê?a tirk re kiribûn. Hin ji serokên kevin ên din jî, li Ewrûpayê, bi hêzên tarî re, di qada navnetewî de, bi karên nedurust ên firotina tiryakiyê rabûbûn. Ev nimûneyeke berbiçav a vegerokiyê ya li hevber dozê bû. Ev bêbextî û qelpiya mirovê ?îrê xav vexwarî bû. Ev doz pir mafdar û rewa ye, lê hin ji dozgeran qelp û nedurust bûn. Qa?o serok bûn jî. Ev belabûn û verisîna berfireh a ku li nav kader û alîgirên vê tevgera ramyarî, ya ku hîna li serdema wan salên cûntayê li 12yê îlonê, sala 1980yî rû dabû, wê tam sih sal biajota. Li dawiyê, ne serok, ne kader û ne jî tevgerek li holê bima. Tev wê ji kokê hilwe?iya û tam berba biba. Ev e bêbextiyeke herî mazin a li ser doza rizgariya gel û millet bû, ku rêberên vê tevgerê dikirin. Her wisa jî ew dibûn tawanbar û gunehkarên herî pê?emîn.

    Dilovan, vê xerabiya li ser navê tevgerê, firotina tiryakiyê, ku malbatên serokê vê tevgera ramyarî pê dirabûn, bi riya merîmalekî xwe yê kurdperwer, ku li salên 1960an pi?tgiriya rabûna Barzanî kiribû, bihîstibû. Hingê Dilovan wek dilxwaz û alîgirê vê tevgera ramyarî bû. Her çend xortekî nûhatî bû jî, dîsan bi axefên xwe yên watedar, bi dilsoziya xwe ya ji bo doza rizgariya milletê kurd, pir dihat ber bi çav. Hîna gava hîvdehsalî bû, helbestên mamoste Cegerxwîn ji ber kiribû, di ?ahî, dawet û kombûnan de van helbestên welatperwerî dixwand. Pirtûkên Jack London ji tirkî diwergerand kurmancî.

    Rojekê Dilovan li nav qehwexaneya milkê serokên tevgera ramyarî, di gel hevalê xwe yê bi navê Baqî, vê rew?a nepenî ya van serokên tevgera ramyarî di nav civatê de e?kere got. Ew xerabiya ku wan digehand doza rizgariya milletê kurd, destnî?an kir. Civata li wir tev bûn hevhizrê Dilovan û Baqî. Li ser van e?kerekirinên Dilovan û Baqî, endam û xulamên malbata serokê tevgera ramyarî, pa?ê, bi her awayî neyartiya Dilovan kirin. Di nav civata ku ew lê xwedî desthilatî bûn, li pey karê jinavbirina Dilovan rabûn. Ev helwêsta wan ta ew serdema ku ew li Ewrûpayê bi tevî tonan barên tirkyakiyê hatin girtin jî, her berdewam kir.

    Li wê heyamê gava kaderên bêçare yên vê tevgera ramyarî, vê encamê ji hingê ve didîtin, ku rêberên wan tev xwe sist kirine, êdî baweriya kaderan bi rêxistinê û bi dozê tam di?ikiya. Gava alîgir vê didîtin, baweriya alîgiran ji binî dilerizî, qet ne dima. Loma ev tevgera ramyarî, çi car ne karî hêz li dora xwe kom bike. Gava serok bi xwe ji tevgerê birevin, ma alîgirê reben li ku dera vê tevgerê ciyê xwe bibînin? Piraniya serokên vê tevgerê bi serê pîvazekî jî ne dikirin. Ew çend bêkêr û genî bûn.

    Gava rêberên vê tevgerê tev reviya bûn derveyê welêt, kader jî yek bi yek ji xwe re jin dihanîn. Serle?keriya mîretiyê bi beyanên ji rojname, radyo û TVan, a?kere kiribû, ku ‘hemû cûre pirtûkên kurdî qedexe ne.’ Î car jinên van kaderan digotine ji peyayên xwe re: ’yan ez yan kitêb! Gerek pirtûkek jî li malê ne mîne’ Kader jî hingê pirtûkxaneyên xwe tev di?ewitandin.

    Gava Înglîz û Dilovên vê bihîstin, ji kaderan re gotin: ’pirtûkan bihênin filan malî, ne ?ewitînin!’ Ji ber ku hem Înglîz û hem jî Dilovan, pir ji pirtûkan hez dikirin. Her du jî, di demên xwe yên vala de, her tenê pirtûk dixwandin. Ji vê û ?ûn de, pirtûkxaneya wan, her ku diçû dewlemend dibû. Her roj, bi barê çewal û çenteyan pirtûk dihatine malê. Êdî wisa bû, ku odeyeka malê tije pirtûk bûbû. Dîwana mamoste Cegerxwîn Sewra Azadî, Kovara Hemre? Re?o Çiya, Kovara Têko?er ji Belçîq, Rojanmeya Roja Welat, Organa Partî Demokrat Xebat, bro?ûrên Serxwebûnê, pirtûkên Seîdê Kurdî, pirtûkên bi tirkî yên li ser civak û mêjû û hwd.. Bi hezaran we?an li wir giha bûn ser hev.  Xwandina wan pir xwe? bû, lê belê, mayina wan a li nav malê jî pir bi xeter bû. Ne tenê pirtûk, her wisa jî, van maddeyên kîmyevî yên Înglîz jî, wisa bi xeter bûn. Heger pirtûk û ev madde tev li ciyekê bihatana girtin, ew ê li radyo, rojname û televîzyonên tirkan bangê?iyeke mazin bikirina û bigotana ‘polîsên me, ?aneke terorîstî yên cudaxwaz desteser kir, ku bi riya xwandina pirtûkan û bi alîkariya maddeyên kîmyewî, ji rêxistina terrorîstî re bombe diafirandin!’

    Loma Înglîz û Dilovan biryar dan, ku van pirtûk û maddeyên kîmyevî, ji malê derxin û bibin li ciyekî bi ewle ve?êrin. Biryara cîhguhestina pirtûkan dan û êvareke tarî, Înglîz û Dilovan bi hev re, van pirtûkan bi barê pi?tiyan birin li jêrerdê xwendegehek li nêzîkî firokxaneya bajêr dahênan. Ew ?ev çend bar birin û gotin sibe em ê dîsan çend barên din bibin.

    Li wê xwendegehê, endamên tevgera ramyarî hebûn, lê serkarê xwendegehê Hîmet Bara, ne hevalê vê tevgera ramyarî bû. Ew ji rêxistineke cuda bû. Gava serkar Hîmet Bara pirtûkan di gel van maddeyan li jêrzemîna xwendegehê dît, gelek hers bû. Hîmet Bara, ?û?eyek ji wan maddeyên kîmyewî girt destê xwe û devê ?û?ê vekir, ku bihn bike, pê re dûmaneke spî, ji nav ?û?ê der hat û ev dûman bi çendî bilindahiya bejna serkar Hîmet Bara bi hewa ket û hilki?iya jor. Hîmet Bara bi refleksekê ev ?û?e ji xwe dûr avêt nav sobeya li ber xwe. Pir lez kir. Ji ber tirsa van pirtûkan û maddeyên kîmyewî, hi? ji serê wî çûbû û hema pê?î ew ?û?eya di destê xwe de, girt, tevî çend pirtûkan avêt nav sobeya pir mazin. Ev sobe, av ji avahiyê re germ dikir û ava wê ya germ li nav tevaya odeyên avahiya xwendegehê belav dibû. Bi avêtina nav sobeyê re, di nav nîv-kêliyekê de peqîneke mazin çêbû. Her derê jêrzemînê di nav agir û alawê de ma. Serkar û alîgirên xwe, ji mirineke misoger rizgar bûn. Berî ku çend ?û?eyên din ên kîmyewî, ku li wir bûn biteqin, bi lez û bez ji nav jêrzemînê reviyan û çûn der. Di rê de, serkar Hîmet Bara ji endamê tevgera ramyarî re, ji Xalitê karkerê xwendegehê re, wisa got: ’Ev tev ji ruyê te bû! Te çima hi?t hevalên te van pirtûkan bihênin vir? Ez ê nuha çi bersivê bidim dewletê? Tu ji î roj û pê de ji vir here ez te ne bînim!’

    Gava ev bûyer rû da, Înglîz û Dilovan biryar dan, ku van pirtûkan li nav wî heman malê ve?êrin. Li nav mala li Çarriya Rezan. Kulîna xanî li dawiya hemû odeyan bû û pir jî mazin bû. Heger 30 cm yan 50 cm jê bihata girtin, qet li ber çav ne diket. Ji xwe, xwedîxanî, welatperwer bû, li Almanyayê dima. Înglîz, kiriya wî ya çend mehan dida hev û jê re di?and. Kêm dihat welêt. Tew, ji ber cûntaya le?kerî ev du sal bûn ku ne hatibû jî.

    Her du heval bîrîket, kermît, çîmento, xerc û mele hanîn û di nav kulînê de li ber dîwara dawîn 30 cm li teni?t dîwareke din rakirin. Pirtûk tev kirin wir, pa? dîwêr. Li ser wan naylon ki?andin, dora wan ba? pêçan. Dîwar ta qatiyê bilind kirin û ser wî seyandin. Dû re jî, wek rengê metbexê spî kirin. Te digot qey hezar pirtûk ji vî dunyayê hat helanîn û tev winda bûn. Gava hûn van rêzan dixwînin, sal 2011, ew pirtûk hîna jî li wir in.

    Hezkirina Dilovan ne tenê ji xwandinê re, her wisa jî, ji nivîsînê re hebû. Înglîz, ku vê xwerûtiya Dilovan nas dikir, rojekê gote wî, ku ‘tu çima nivîsekê ji berberiya li Radyoya Moskoyê re na nivîsî? Berberiyeka li ser mijara lêgerîna li nav gerdûnê heye van heftiyan.’

    Dilovan hevalekî wî yê zane û jîr hebû, ku navê wî Ferîdê Metînî bû. Ferîd ji Dêrika Çiyayê Mazî, ji Gola Gulê bû. Li heman xwendehê her wek Înglîz, Ferîd jî heman programa bi navê; ziman û wêjeya îngîlîzî xwandibû û bûbû mamoste.

    Ferîd yek ji pê?engên doza kurdperweriyê bû. Bi serpere?tiya wî û çend xortên din ên wek Mehmûd Hesinpak, Dilovan, Pa?ay Çoligij û Ehmed Bîlalî hewil dabûn, ku pi?kek ji rêxistina DDKOyî li taxa Kor Xetê jî damezirînin. Ji bo vê mebestê, ciyekî ji Kaban Tozanê xwedîqehwexane hatibû kirêkirin. Endamên komîteya karker hat diyarkirin. Lê belê gava Kaban Tozan têgehî?t, ku dikana wî, wê ji bo komeleke kurdî were bi karhanîn, peymana xwe yekalî çirand. Loma ev xebata van xortên ni?timanperwer ne çû serî. Sal 1975-76 bû. Ferîdê Metînî, li taxa Kor Xetê pirtûkên mamoste Cegerxwûn, kovarên Hemre? Re?o li nav xelkê belav dikir. Hizr û doza rizgariya milletî li nav civakê belav dikir. Xwende, jîr û têra xwe mejîdagirtî bû. Rojekê serokê ?aredariya Amedê mamoste Mehdî Zana gava hat taxa Kor Xetê, Ferîdê Metînî çû pê?iya wî û xêrhatina wî kir. Pi?t re jî yekser vê pirsê jê kir: ‘Ankarada ne gibi giri?imlerde bulundunuz?’ Ango; gelo we çi cûre pêwendî di gel saziyan dewletî yên li Anqerê kir? Mamoste Zana jî vê bersivê da Ferîdî:  ‘Kes na xwaze bi çendê serê derziyekî jî pê?ketin li ser vî erdî çêbe. Tev neyartiya vî milletî dikin.’

   Ferîd jî, nûçeyên radyoya Mosko, di gel Radyoya Kurdî ya Rewanê (Erîvan) di?opand. Radyoya Moskoyê, bi 112 zimanan diwe?and, lê mixabin, ku bi zimanê kurdî qet we?an ne dikir. Ferîd jî gote Dilovan ku nivîsek li ser bernameya vê radyoyê ya bi navê Berberiya Fezayî binivîse û bi?îne radyoyê! Ji bo berberiyeka li heman radyoyê ya li ser mijareke cihê, Ferîd jî bersiv nivîsî û ?and. Ferîd di wê berberiyê de yekemîn hatibû.

    Pirsên berberiya Radyoya Mosko ku Dilovan bersivandibû, ev bûn: ‘Uzaya cikan ilk insan kimdir? Sovyet uzay programi hakkinda neler biliyorsunuz? Sizce uzay derinliklerinin incelenmesi insanliga ne gibi yararlar saglar?’ Ango; Yekemîn kesê ku çû fezayê kî bû? Hûn li ser bernameya fezayî ya Sovyetê çi dizanin? Gelo li gor we, lêkolînên li ser kûrahiya fezayê wê çi sûd û kelk bigehîne ji mirovayetiyê re?

    Dilovan ku gelek ji mijara fezayê hez dikir û pê?ketinên teknîkî yên Sovyetê, yên li warê fezayê gelekî di?opand, bersivên van pirsan da û di vê berberiya radyoyî ya navneteweyî de, duwemîn hat hilbijartin. Sal 1979 bû. Yekemîn mirovê ku çûbû fezayê, welatiyê sovyetî yê bi navê Yûrî Gagarîn bû. Bernameya pê?emîn a Sovyetê ya fezayî, ku li sala 1957ê dest pê kiribû, bernameya Spûtnîk’ê bû.

    Li Radyoya Mosko, her ?ev gava be?ine ji bersivên Dilovan ji guhdaran re dihatin xwandin, navê wî di vê radyoyê de bi 112 zimanan dinimandin. Ji lew re Dilovan di vê berberiyê de duwemîn hatibû. Xelata wî jî; aleke biçûk a sêgo?e ya ji Navenda Lêkolînên Fezayê ya Sovyetê bû, ku jê re hatibû ?andin. Li ser vê ala biçûçik, ?anenavên kozmonotên Yûrî Romanenko û Georgî Greco hebûn. Van kozmonotên rûsî, ?anenavên xwe yên li ser alê, li nav Wêstgeha Fezayî ya bi navê MÎR’î, li ezmanan danîbûn. Ev her du kozmonot, rekora mayina herî dirêj a li fezayê kiribûn. Ji lew re bi salan (1977-1979) li Fezayê mabûn.

    Kesê ku di vê berberiyê de yekemîn hatibû, be?darvanekî ji welatekî Afrîkayê bû. Xelata yekemîn jî çûna Kubayê bû. Heger Dilovan yekemîn hatiba û pereyên riya Kubayê jî daba, ew ê dîsan jî ne hi?tibana ku ji bo vê ge?tê ji welat derkeve. Ji lewre wan deman bangê?î û bêziyeke kûr li ser Moskoyê hebû.

    Nameya Dilovan ku xelata duwemîn a Radyoya Mosko wergirtibû, wisa bi dawî dihat: ‘Van stêrên nenas ên li ser ezmanên ?eva tarî yên fezaya bêserûber wê rojekê werine naskirin. Rojekê mirov xwe bigehînine ser wan stêran û her wek li ser vê stêra me, ya ku em jê re dibêjin dunya, li ser wan jî, mal, gund û bajar werine avakirin. Ciyê ku mirov ni karibe xwe bigehîne nîn e. Ti?tê ku mirov ni karibe çêke nîn e, heger ku mirov xwe ji ser riya rast ne veqetîne.’

    Rojekê gava polîs li ser malê digirin, dayika reben a Dilovên, ji ber tirsa ketina dest, ew ala biçûk diavêje nav da?rê û av bi ser de dirijîne.

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: