Kawa ?êxê „Neq?eyek Ji Agir“ pê?kê?î pirtûkxaneya Kurd kir

?anoger û nivîsakarê Kurd Kawa ?êxê,  di sala 2007 an de got „Derî Veneke´´  û di sala 2010 an de got „?ikeft´´ û niha jî va dibêje „Neq?eyek Ji Agir´´.  Belê,  berî çend rojan pirtûka Kawa ?êxê ya bi navê Neq?eyek Ji Agir ji hêla we?anên Han ve hat çapkirin. Ev pirtûk  çîrokên gêrila di nav rûpelên xwe de dicivîne û di rêya van çîrokan re pirsgirêkên civakê tîne zimên. Ev pirtûk ji 150 rûpelî  û 15 çîrokan û gelek wêneyên rengîn yên jiyana gêrila hatiye amede kirin.

Navê Çîrokan:

1.Nêçîra Guran 2.Kewê Nikil Sor 3.Rênasê Hirçê 4.Neq?eyek ji Agir 5.Nataliya Re?oyev 6.Koçero 7.Cudahiya Çadiran 8.Çîroka Rojnemavanekî 9.Doxtor 10.Feylesufê xwezayê 11.Siyamendê Guhbelo 12.Hozanê Awazên Evînê 13.Ez Gêrila ji dayîk bûme 14.Memê Kurdistanê 15.Bavê ?ehîdekî.

Gava meriv vê pirtûkê digre destê xwe, qet destê meriv jê nabe ku vê pirtûkê bi dawî neke.

?êweyê nivîsandina van çîrokan  ?êweyekî taybet e û tenê di bexçeyê ku Kawa ?êxê bi hestên xwe avdaye tên dîtin û meriv pê dihese ku di her çîrokekê de romanek heye. Pi?tî xwendina pirtûkê meriv digihe wê bahweriyê ku bi destê civaknasekî, helbestvanekî û pênûsek jîrek ya ku di lêgerîna naskirina ê?ên civaka xwe de ye, hatiye nivîsandin.

Ev pênûsa ku geh li ser rûpelên helbestê û geh li ser rûpelên ?anoyê û va îro jî li bexçeyê çîroka Kurdî digere.

 Elmanya

*Hûn dikarin vê pirtûkê ji nivîskar yan jî ji we?anên Han bixwazin.

Kawa ?êxê: kawa142@hotmail.com

We?anxaneya Han: han-grafik@hotmail.de

About The Author