Silav xaltîka Fatê

Me ji zû de dengê te ne bihîstiye, guhdarî şîretên te nekiriye û bi ellawekîl me bêrîya te kiriye. Keçê xwedê nehiştê, tu li ku yî? Ma mar û dûpişkan bi te vedaye, yan te xwe di newala qesaban de veşartiye? Keçê te em hînî tirr û fisan kirin, îcar tu xwe nebedî dikî, ev çi henekpêkirin e, çi şorbe û çi tirşika Ruhayê ye?

Werhasil…

Sekt û tansiyona dinyayê bilind bûye xaltîka Fatê. Tew ji xwe Erebên qûnreş desthilatdarîya welatên xwe dihejînin û hefsar dixin stuyê serokên xwe, dinihên qûna wan. Tsûnamî û zelzelê tirr ji Japonên çavsînî berda û namûsa teknolojîya wan anî pênc qirûşan. Li Rûsya Medvedev û Pûtîn ketine qirika hev û ha ha didin bin dûvên hev. Li Tirkiyê hilbijartin nêzîk dibe, partî û eşîretên Tirkiyê dest bi lotik û zîtirkên hilbijartinê dikin. Nifûsa Hindistanê di nava 10 salan de 110 milyon zêdetir bûye û bûye 1 milyar û 200 milyon kes. Li Silêmanîyê Kurdekan tirrên Sorankî ji hev berdidin, serî hildidin û tên brîndarkirin. Li Sûrîyê Kurdan jî daye lotikan û serî li ber Be?arê qirikelok rakirine. Û hezar quzilqurtên din.

Îcar pirsa min ev e xaltîka tenûrgerm:

Gelo çi aqilê te ji tansiyona dinyayê dibirre? Gelo ev tansiyona bilind nîşana roja qiyametê ye? Heger hat û qiyamet rabû, emê xwe di ku de veşêrin?

De haydê xaltîka delal, şêrîna ber dilê min. Ez li benda bersiva te me û bêhna min teng neke, zû bersivekê bide min.

Singo / Qoser

————————-

 Bersiva xaltîka Fatê

Bismillahirrahmanirrehîm, bi navê sing û qeraseyên kerên şamî….

Kuro law Singo, singê kerê!

Hey min di devê bavê te de rîto, ma law min bi salan ewqas aqil da we û şîretên kesanedî li we kirin. Ma we rojekê li halê xaltîka xwe Fatê pirsî oxlim? Ma we go ka xaltîka me tî ye, birçî ye, cixara wê heye tuneye, doza mêrekî dike nake, lê rabûye ranebûye. Ma hema ezê tim li halê we bipirsim kurê kerê! Carekê jî hûn li halê xaltîka xwe bipirsin, ma wê qiyamet rabe belqityo!

Raste Singo, min di guh û pozê te de mîzto. Ji zû de ye min ne dinivîsî. Min go ka ez xwe hinekî şîrîn bikim û bizanibim bê ka kes pirsa min dike yan na. Lê ji xeynî te Singo, qûnekekî bi tenê jî silavek neda xaltîka xwe Fata çavbelek.

Axir, kî dipirse napirse ji xirrê mam Celal ve. Lê ezê bersiva pirsa te bidim Singo efendî..

Binere oxlim, ezê behsa tansiyon û mansiyonê nekim. Çima nekim? Ji ber ku tansiyona min ji ya dinyayê jî bilindtir bûye, li ser teqandinê ye.

Ev serê 3-4 meha ye xiyarek mîna te bûbû bela serê min, navê wî Gundoro bû û digot: “Yan tê bi min re bizewicî, yan ezê te birevînim û bibim serê Çiyayên Hîmalaya û te ji serê wan teht û zinaran bavêjim xwarê”. Ji ber kûçik kurê kûçik ne tu zilam bû, nedihat xwarin û wek kerê ber derîyê me reşo meşo bû, dilê min nebijiyayê û min pêşniyaza wî ya zewacê red kir, serê wî xist quzê dêya wî. Piştre kurê kerê şev nîvê şevê çend zigurd û pêxwas şandin ser baregeha min a di binê erdê de (eynen wek baregeha Wîkîleaksê bû), çewalek xistin serê min rebena xwedê û nizanim ez bi ku de revandim. Dîna min dî, min çavên xwe li serê Çiyayên Hîmalayê vekir.

Ez serê te yê wek serê kerê neêşînim, piştî 90 roj û 90 şevan, min dermanek ji gîha û nebatên çiyê tevlihev kir û min bi Gundoro da xwarin. Gundoro bi wî dermanî fisiya, tansiyona wî daket, hew lê rabû û bû wek mîha mêşinî. Yanî, bû qûnekek temam û dev ji min berda, îcar li dora zilamên xwe çû û hat.

Werhasilî kelam, heta ez ji serê Çiyayên Hîmalaya daketim xwarê û gîham baregeha xwe, tam çar mehên qerase derbas bûn. Piştre min bihîst ku tîmên taybet yên Demokratîk Lotikxane Partîsî dane dû şopa min û ji bo azadîya min dest bi çalakîyên sererd û binerdkî kirine, lê heta wan xwe gihan ser şopa min, ez gihabûm baregeha xwe jî.

Îcar oxlim;

Dev ji pirsgirêka Erebên qûnreş berde, bela di qûna hev nin. Kî ji wan bê ser hikim jî, ji Kurdan re her eynî tas û eynî himam e. Wê dîsa bi çîrokên bratîya îslamî Kurdan bixapînin û dawa me li serê me bipêçin. Lê ez li ber xalê xwe Qeddafî ketim ha. Mêro gunikreşekî di ser xwe re bû û gellek caran piştgirî dida Kurd û doza Kurdî. Erê xiyaro ji keç û jinên ciwan hez dikir û parêzerên wî tev jin bûn jî, lê heyfa me ji Tansû Çîller hilanîbû û di bin wê çadira xwe ya reş de lempe vemirandibû, lingên wê belbelotî hewayê kiribû û fîşek li ser fîşekê bera nav şeqê wê dabû.

Mesela Japonyayê ne mesela me ye. Wilo li bejn û bala wan a qutik û kinik nenere. Bi ellawekîl ne Tsûnamî û zelzele, Ezraîl û Cebraîl jî nikarin bi Japonan. Ji ber vê, tansiyona Japonya wek tansiyona kîrê Sofî Ehmik e. Geh bilind dibe û geh dadikeve.

Behsa Silêmanî û milêmanîyê ji min re neke oxlim. Rojekê tenê jî li halê xaltîka xwe Fatê nepirsîn. Ji ber vê, ezê jî êdî behsa başûr û başûrekan nekim. Hevdu brîndar kirin, kujtin, ji xirrê Ehmedînejad û Newşîrvan ve.

Ji bo min tenê serhildana Kurdên rojava û Beşarê qirikelokî balkêş e. Xuyaye reha mêranîyê serî hildaye û Kurdên me yên rojava ketine ber şerm û fedîya Erebên qûnreş û dinyayê. Lê serhildana wan gavek erênî û pîroz e. Îro serî hildin wê sibê keviran jî bavêjin Beşar Esed. Îro keviran bavêjin wê sibê fîşekan jî biteqînin. Mesele destpêkirine baba, go dest bi serhildanan kirin, wek trimbêla frênteqiyayî êdî sekin ji wan re tune. Serhildana wan pîroz dikim, çavên man radimîsim.

Îcar ez bêm ser roja qiyametê û xwe veşartina te Singo efendî.

Binere oxlim, tiştekî bi navê “roja qiyametê” di deftera xaltîka te de nanivîse. Ji xaltîka te re her roj şer û qiyamet e. Îcar qet xwe netirsîne. Nekeve tirsa roja qiyametê û mirinê. Heger rojek ji rojan bi xeletî qiyamet rabû jî, were bin konê xaltîka xwe Fatê. Konê min ji konê Qeddafî mezintir e, li ser 122 stûnan e û fîşek jî tê de narin. Ne Amerîka kare konê me bi ser serê me de hilweşîne, ne jî Ewrûpa. Lê heger hat û mişkan konê me kevajtin û em şût û rût hiştin, bi soza jin û mêrên berê, ezê te di quzê kerê de veşêrim û te ji roja qiyametê biparêzim.

Çawa ye Singo?

Ma ji quzê kerê saxlemtir û ewlekartir cîh û baregeh hene ewladim?

About The Author