ÇI XISARA NIMÊJÊ HEYE?

Di salên 1977-78 an de bayê Maksîzmê Kurdistana Bakur dabû ber xwe û xortên Kurdan bi wî alî û vî alî de diwe?and. Lewre piranîya xortên Kurdan bûbûn ?ore?van û ?ore?ger. Li gor bawerîya Marksîzmê  ol/dîn afyon bû û xelk pê dihatin tevizandin.

Rojekê li bajarê Wanê hinek xortên ji Amed, Cizîr, Nisêbîn û hwd. li mala malbatek welatevîn dicivin. Ew malbata welatevîn bi xwe ji Îranê ji ber welatevînîyê bazdabûn û hatibûn Wanê binecih bûbûn. Li bajarê Wanê jî ew kar didomandinû mala wan wek komel û mala rêxistinê bû û çi caran ji welatparêz û ?ore?geran vala nedibû. Malxweyê malê kesayetîyek zana û têgehi?tî bû. Temenê wî gehi?tîbû 60 salan, ji 7 salîya xwe de nimêj lê neçûne/her ninêj kiriye. Dema nimêjê tê malxwê radibe nimêja xwe dike.

Ji wan xortan Umo ji wî re dibê: “ Ew çi nimêj in tu dikî, ma bi kêrî çi tê?”

Malxweyê malê dibê: “ Umo, ez ji 7 salîya xwe de nimêj dikim. Heke li gor bawerîyê be, ezê biçim behi?tê, tuyê jî biçî dojehê/cehnemê û ez li karê me. Heke ne li ser bawerîyê be jî, ez rojê pênc caran dest, ling, dev û rûyê xwe di?om, paqijî ye. Ji nexwe?î û mîkroban difilitim û bedena min fereh dibe. Ez 17 caran radibim û rûdinim, hereketan dikim, xwîn di bedena min de digere, sporê dikim, dîsan li karê me û ji te çêtir im. Îcar ka bêje, ma çi xisara nimêjê heye qurban?”  

Wê demê xortên me bi eraqa Marksîzm û Lenînîzmê, bi ?eraba kominîzm û sosyalîzmê serxwe? bûbûn û li dij gellek adet û toreyên mezinên xwe derdiketin, rêz û qîmet ji wan re nedigirtin.

Û îro?

Êro jî heman tir?ik bi serê xortên Kurdan de bariyaye, yan jî dibarînin. Dîsa bi çîrokên sosyalîzmê û bratîya Kurd û Tirkan mejiyê wan dikin ?orba nîskê û ji hest û helwesta netewî tên bidûrxistin.

Bi kurt û Kurmancî; wê demê jî, îro jî, xortên me wek golikên nav garanê lotik û zîtirk li mezinên xwe dixistin û didan bin dûvên wan. Îcar zarok û nevîyên van xortên me wê çi tirr û fisan ji bav û kalên xwe berdin ez wê meraq dikim…

About The Author