SERÊ MASÎ KET QÛNA WAN !

Demsala havînê ava çemê Mûradê  hindik dibû, ku di de?tê de diherikî, ?axên wî çêdibûn. Gundîyan carê rê li ber ?axekî digirtin bi qir? û çirpîyan bend çêdikirin ku masîyan bigrin.

      Rojekê dîsa hemi gundî çûn nêçîra masîyan. Êêêê, de ka wê  demê ne derpê hebûn ne jî mayo ku li  xwe bikin. Tazî û rût, her ti?tê wan çîplaq li holê bû. Ji alîkî ve masî digirtin, ji alîkî ve jî agir dadabûn û li ser teneka wek menqelê masî dipijandin (pahtin) û dixwarin.

       Nûro xwe kûz kiribû, masî li ser teneke radixist ku bipijîne, qûna wî beloq bûbû. Cemîlo masîyekî biçûk hilda destê xwe û bi dizîka hat li pi?t Nûro sekinî û serê masî bi henek ji ni?ka ve kire qûna Nûro. Qêrîn bi Nûro ket û da lotikan, ew çiqas libîya masî yekcar çû qûna wî.

       Gundî ji kena ji xwe ve çûbûn, Nûro jî ê? diki?and û ji Cemîlo re dida çêran. Digot: “ Ez di xesûya te nim, de ka were îcar masî  ji qûna min derxe lo, tu çi dikenî !

Cemîlo destê xwe avête masî nebû, masî ?emitok bû derneket. Zare zara Nûro ye, yekî got: “ Kuro bi devê xwe masî bi ki?îne derxe “. Cemîlo got: “ Îîîy, wele ez devê xwe nakim qûna  heram lo “.

 Gundî bi Cemîlo re hêrs bûn, neçar Nûro deverû raza û Cemîlo bi devê xwe masî ki?and. Baskên masî asê bûbû qûna wî dirand, cardin qêrîn bi Nûro ket !

Werhasil bi ezîyetek mezin Nûro ji wî ezabî ji wê janê filitî.

Welehîn carekê serê masî ketîye qûna ba?qan û serok û diktatorên despot. Heta gel li ser tevna demokrasiyê negihîje rizgarî û azadîyê; qûna wan bidire jî, qêrîn bi wan bikeve jî kêr  nake cîgerim…

Kurdistan

About The Author