Ma Kurd û Tifaq!

Van rojan, bi taybetî li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê rojev pir tije û germ e. Her wiha ji bo siyaseta kurdan jî heyecan û bendewariyek derketiye holê. Heta siyasetvanên me, ewqas xwe di nav de windakirine ku, hindik maye bê ?erm û fedî tifaqê jî di navbera xwe de bikin! Me çi ji wan ew bi qîma xwe ne!

Werhasil li gor nîqa? û daxuyaniyên vê dawiyê, xuyaye ku wê vê carê kurd nalêtê li ?eytanê xwe bînin, tifaqa xwe çêkin û tiliya xwe jî di çavên fitne û fesadan de rakin. Heger ev tifaqa tê hêvîkirin pêk neyê jî, piste pista ku heta niha ji bo encameke xêrê li ser guhê me olan dide, wê ji me re kar bimîne.

Ê de ba? e, berî em jibîr bikin werin ser mijara xwe û bi ?êwaza xwe, mijarê hinekî vekolîn. Bi qasî em di?opînin xuya dibe ku, kurd ne tam be jî (Berî ku berê bayê biguhere) hinekî bi aqil bûne û li ser berjewendiyên xwe yên netewî mijûl dibin û xwe ji partiyên mîna CHP û AKPê bi temamî dûr dixin. Heta nêta wan heye ku, ligel xwi?k û birayên xwe yên zirdê û zirbav jî werin ba hev û bihevre govend û dîlanan bigerînin.

Helbet sergêjahiya van xebat, tevger û hewldanan jî heye û ji ber ku heta niha hewldaneke wiha bi ser neketibû, hinek ?ik û gûman jî hene. Wek tê zanîn bêyî pîvandina biçûkatî û mezinatiyê, halêhazir sê partiyên kurdan li Tirkiyeyê hene. Yek jê Partiya A?tî Demokrasiyê (BDP-PAD), yek Partiya Demokrasiya Be?dar (KADEP-PDB) û ya din jî Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR-PMA) e. Pi?tî vê binavkirinê, êdî em werin ser agahiyên guhdana pi?t derî û perdeyan.

Ji ber ku me navê wan li vir neda, bila xwi?k û birayên demokrat, sosyalîst, oldar, êzîdî, suryanî û mihelmî dilê xwe ji me negirin! Em vê carê tew jixwe, qet behsa fitne û fesadên medyayê û pêxwasên kolanan jî nakin!

Lê belê hêjayî gotinê ye ku, hevserokên KCD ango Kongreya Civaka Demokratîk, Ahmet Turk û Aysel Tugluk hevdîtinên tifak û yekîtiya kurdan ji bo hilbijartina pê?iya me pêk tînin. Dîsa tê bilêvkirin ku ber bi encameke ba? ve jî diçin. Em çi bêjin, bila bi xêr û selametî û bê nifir û dijûn be!

Dîsa li gor pêhaybûnan; di van hevdîtin û guftûgoyên tifaqa hilbijartinê de, li dora maseyên sêgo?e, çargo?e, gilover û nîvgilover siyasetvanên me gejo mêjo bûne û hew karin derkevin derve û nav însanan jî! Jixwe dema roniya rojê dibînin ji tirsa wî barê giran ê siyaseta kurd û pirsên çareserkirina pirsgirêkên kurdan ku, dane ser milê xwe, pa?pa?kî vedigerin ser maseya guftûgoyan!

Her çiqas siyasetvanên me li ser mesela tifaqê ji hi? çûbin û gêjo mêjo bûbin jî; ev daxuyanî, hevdîtin û ?ewirên siyasetvanên kurd, nî?an didin ku, êdî kemilandinek çêbûye û berjewendiyên ?exsî jî hêdî hêdî ?ûna xwe didin berjewendiyên netewî û hestiyarî.

Yanî ji niha ve diyar e, wê hilbijartina gi?tî ya 12ê Hezîrana 2011an, siyaseta Tirkiyeyê û Kurdan wek bero?a pelûla li ser tifikê hatiye jibîrkirin bikelîne. Êdî em nizanin bê wê binê bero?ê ziwa bibe û bero?a me ji germê qûl bibe, yan jî bi vê kela zêde wê pelûla me bi tamtir bibe! Helbet di rojên pê? de emê vê jî bibînin.

Hêvî û meqseda me pelûleke xwe? û bi tam e. Lê dîsa jî ji me gotin, bila siyasetvanên me hay jixwe hebin û kevçiyê xwe navêjin nav bero?a pelûla bi kel û agir bi hinavên xwe nexin!

About The Author