Much Ado about Nothing

 (ku. Perlamentoya Sûriyê)

Hema tê û dikeve hundir. Weke Superman. Gava hîna wî jî devê xwe venekiribû,

wan dengên xwe danê. Hîna bejinzirav û bejindirêjo deng jê nehatibû, zik mezinan

dest bi sirûda bêhisiyê kirin. Weke ku her yek ji wan çewalek bêhi?ker vexwaribin. Dengê wan bilind bû û di nav hêle-hêl û çepikên wan de, kerr û gêj dibûn.

Her ku ev bejin zirava deng dike, ew jî weke ku li bar ê bin, deng û çepikên xwe tev

hev dikin û qelebalix dibe serdest.

Xwedêyo ma qey perlamentoya vî welatî bûye ?anoya “Much Ado about Nothing”

(ku. gelek qelebalix ji bo neti?tekî), a Shakespeare? Ev kesê ku xwedê giravî serokê

komarekê ye, bê sedem û bi her sedemek bê wate re jî dikene û xwe di nav ken de

winda dike. Hîna xwîna welatiyên wî, ku bi destên rejîma wî hatine kustin, zuha

nebûye, wî li perlamentoyê dest bi ken kir û govenda desthilatdariyê digirt.

Min bixwe tenê ti?tek ji vê ?anoya ku tenê lîstikvanek û 250 kompars têde hebûn fahm kir. Ev ?ano, bê derhêner û bê nivîskar bû.

Min fahm kir, ku ne bejindirêjo û ne jî komparsên bar, kesî ji kesî fahm nekir. Lê

komparsên wefadar pistgirî danê û zelal kirin ku ew bi can û bi xwîn bi vê ?anoya

xemgîn re ne.

Kurdistan

About The Author