Kerê Lotikxanê hat desteserkirin!

Ji çavkanî û jêdereke nediyar hat ragihandin ku, li sînorê Libyayê kerekî bi barê çekên sivik hatiye desteserkirin.

Li gor saloxên berevanên sînor, tê gotin ku li ser kerê nasnameya lotikxanê derketiye û barê xwe jî ji bo alîkariya Qedafî aniye heta sînor. Heman çavkaniya nediyar, dîsa gotiye ku lotikxane li ser pi?ta keran bazirganiya çekên sivik dike û ji hemû serhildêrên çola erebîstanê re bi barê keran sîlehan di?îne.

Pepû pepû pepû!

Ma lotikxane û bazirganiya çekan!

Wek tê zanîn kerên lotikxanê tenê ji bo xizmeta kurdî hatine perwerdekirin û tenê barê kurd û kurdîhêzan didin ser pi?ta xwe. Ji ber ku Qedafî berê alîkariya kurdan dikir, dibe ku kerê lotikxanê bi hestiyarî tevgeriyabe û lêxistibe çûbe ber sînorê Libyayê, lê ya deverên din em pê ne bawer in û ji kerê xwe jî qet hêviyeke wiha nakin..

Êdî jêder û çavkaniyên nediyar jixwe re çi nûçeyan li hev tînin, ew ne mesela me ye!..

Deverek ji Çola Erebîstanê

About The Author