Nimêja sivîl û bêîtaet…

Li bakurê Kurdistanê û heta li gelek bajarên Tirkiyeyê, bêîtaetiya kurdan a sivîl berdewam e. Lê ev bêîtaetî wê çawa bi encam bibe hê ne diyar e. Ti?tê diyar ew e ku, êdî kurdên bakur li hember dewletê cira xwe her ku diçe hê nexwe?tir dikin û dixwazin ji bo maf û azadiyan dengê xwe bilindtir bikin.

Ciherengî û curbecuriya çalakiyên bêîtaetiya sivîl, îdeolijiya fermî ya dewleta tirk xistiye bin xetereyek mezin, berdevk û parêzvanên wê jî wek mirî?ka gêj hew zanin çi bikin. Tenê ti?tê ji wan tê bi hêzên xwe yên polîs û le?ker helwestên êrî?karî pêk bînin û niha di van çalakiyên sivîl de, ew jî zêde pere nake.

Kurdên me yên bêîtaet, pi?tî vekirina konên çareseriya demokratîk û çalakiyên rûni?tinê, çalakiya nimêjê li dar xistin. Ji ber ku em dibêjin, ‘Çalakiya Nimêjê’ bila ji kerema xwe vê carê ji bo xatirê kurdên belengaz ku, heta niha bi nîmêj û baweriya olî hatine bêhi?kirin, mela û seydayên me nexeyîdin. Lê îro li gelek deveran, wek bêîtaetiya sivîl bi awayekî girseyî kurdan nimêja xwe ya înê bi cemaet û xûtbeyên kurdî kir.

Em jî wek lotikvanên kurd, van xûtbeyên kurdî û ‘Çalakiya Nimêjê’ biborin îbadeta nimêjê pîroz dikin û hêvîdarin li bin qûba asîman bi awayekî azad û serfiraz bawermendên kurd wezîfeya xwe ya îbadetê pêk bînin.

About The Author