De were û kirasê xwe nedirîne

Pi?tî dolheramên mîna Dogû Perînçek û Yalçin Kûçik, niha jî çepê Tirk Ertûgrûl Kurkçu li ser serê Kurdan dibe „Qomser Qolûmbo“. Tu dibê qey xiyarekî wek Kurkçu di nav Kurdan de tuneye, BDP rabûye ew ji Stenbolê kiriye namzet û dixwaze wî di meclîsê de bike berdevkê Kurdên xwelîser.

Heta em ji Dogû Perînçek û Yalçin Kûçik xelas bûn ( xwedê ji sawcîyên doza Ergenekonê razî be) dêya me hat gan.

Hela em bêjin cîgerim Akin Bîrdal Tirkekî di halê xwe de ye, mêrik bi 9 fî?ekan ji mirinê xelas bû û em bêjin wekîltî heq kir û parêzerek mafê mirovan bû. Lê evî Ertûgrûl Kurkçu çi ji Kurdan re kiriye ku BDP bi navê çepîtîyê wî dike berdevk û nûnerê Kurdan babam?

Law ma go we himal û etarekî Kurd bikira namzet, ji Ertûgrûl Kurkçu û hinek çepên Kemalîst ne çêtir bû kaka?

Werhasilî kelam, xuyaye rola Dogû Perînçek û Yalçin Kûçik xelas bû, qûna wan a re? derket holê, îcar dora tenûrê dora Ertûgrûl Kurkçu ye.

Qomserek din li me zêde bû. Wey ne li ser xêrê be rebbî!

Enqere

About The Author