Ev neket serê min, gelo dikeve serê we?

Îro mijara me hilbijartinên li Tirkiyê ne biraderên lotikxanê. Hûn bi serê ?êx Muhsin kin, HAK-PAR ji xwe fedî nake ku bi serê xwe dikeve hilbijartinê? Ma ew nabînin ku partiyek qerase mîna BDP ê nikare bi navê xwe têkeve hilbijartinê û berajê derbas bike, îcar ji bo xwedê çawa HAK-PAR wê di hilbijartinê de biserkeve ez nizanim, heyî hawarrrrrrr ji derdê van qayî?gerên me re!

Bi wê qurhana ser sînga pêxember,  HAK-PAR ji bilî belavkirina dengê Kurdan ti?tekî din nake. Carna ?ivanê me û carna dijîtiya tevgera Apocî bi kar tîne û ji bo meriv bextê xwe xera neke, carna jî qala federasyonê dike.

Ev HAK-PARa me ji bo xwe ji PKK ê cuda bide diyar kirin û cidtiya xwe ji wê derxe holê, ti?tek namîne ku nake. De li ser xêrê be yabo qurban, xwedê bikim hûn barajê derbas bikin û meclîsa Tirko bi lotikên xwe bihejînin.

Ê yawo wîjdan haaa!

Camêra go werin em yekî ji we têxin parlemento, we qebûl nekir.

Gotin werin em yeka we jî tev li nehên xwe bikin, we got na.

Ma çi ferq di navbera Diyarbekir û Batmanê de heye hey hawar sayin Bozyel?

Ma cara derbasbuyî DTP 2 parlementer ji wir dernexistin biraderên hêja?

Îcar çima hûn serê xelkê tevlîhev dikin babam?

Ma hilbijartina berê we ne tenê 23 hezar deng girtin? Bera bîst û sisêyî din jî lê zêde bibin, ev têra dengê parlementerekî serbixwe jî  nake. Îcar çawa hûn bi serê xwe dikevin hilbijartinê min ev fam nekir bi dîn û îman?

Biraderên hêja, xwendevanên Lotikxanê. Belkî hin ji we bêjin: „Hayhooooo va Berazî jî bûye Apocî yabo“ û min bidin ber lotikên xwe. Na! Bi quran ez nebûme Apocî, lê carna camêr dibêjin: „Destên xwe deynin ser wîjdanê xwe“ û ez jî niha wisa dikim. Hem jî min herdu destên xwe danîne ser wîjdanê xwe, ne yek jî.

Berazîyê we bi vê helwesta HAK-PAR ê  gêjomêjo bûye û nema ti?tekî ji ti?tekî dike der. Ka ji bo xwedê hinek ji we vê lotikê ji min re ?îrove bikin.

Çawa û çima HAK-PAR bi serê xwe dikeve hilbijartinan?

Ew bi xwe jî dizane bê çawa xwedê heq e ew di hilbijartinan de bi ser nakeve.

Armanca wê çiye?

Dixwaze dengê xwe bighîne kîderê?

Peyam çiye?

Na na, bi sê telaqan ya wan jî rik e û qayi?ê bi Apociyan re dik?înin lo, wî!

Ger Apocî bêjin xwedê heq e, ewê bêjin na!

Ger bêjin federasyon, ewê bêjin ti?tekî din.

Ger bêjin serxwebûn, ewê bêjin otonemetîkkkkk û ger bêjin em Berazî ne ewê bêjin em dehbedorî ne.

Hima ya wan her berevajiyê Apociya ye, bi vê jî cudahiya xwe didin xweya kirin.

De ka em cudahiya we di hilbijartinan de bibînin yabo qurban. Wey li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî. Bi namûsa mêrê çê, ez ji we zêdetir dixwazim hûn bi serê xwe bendavê derbas bikin. Lê babam, welle û bille û tille ya we xewn e, xeyal e.

Di dawiyê de, aferin ji ?erefedîn Elçî re. Bi quran biryara te rast bû û herne pê? dewr û dem ya we ye.

Almanya

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author