HAK-PAR ê jî dest bi lotikan kir

Pi?tî ku generalên BDP û HAK-PAR ê li ser cîh û hejmarê li hev nekirin, çawî? û ba?çawî?ên HAK-PAR ê biryar dan ku wek partî têkevin hilbijartinê û meydanê ji BDP û dewletê re nhêlin.

Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin xalê me Bayram Bozyel xwestiye li Amedê bibe namzet, lê ba?çawî?ên BDP gotine „nabe cîgerimmmm, tu xwe li ciyê saxlem digirî,  emê te ji Wanê bikin namzet“. Bayramê me jî gotiye „nabeeeeee, yan Diyarbekir, yan em xwe bi erzanî nafro?in we babam“ û daweta herdu alîyan ferikî ye.

Dîsa li ser bextê pêxwas û esrarfiro?ên Amedê be, dibêjin xalê me Bayram Bozyel bi daxuyanîyekê sedema lievkirinê e?kere kiriye û gotiye: „iki benden üç senden’ yakla??m? ile birlik olmaz – Bi helwesta du ji min û sê ji te yekîtî nabe“ û gotiye ku ew partîyek xwedîyê dîrokek 40-50 salî ne (binerin:  http://kurdistan.nu/dk-yazilar/bozyel_secim_bloku_neden_olmadi.htm), ew xwedîyê prensîp, xet û payebilindîyek siyasî ne. Lê ew ji bo parlamentoyê pêl xetên partîya xwe nakin û bi zixtên hinekan tev nagerin“ filan û fîstan.

Ez serê xwe û we neê?înim, HAK-PAR niha bi ?îara „Federasyonê“ dest bi lotikên hilbijartinê kiriye, namzetên xwe destnî?an kiriye û wek tenûrê germ bûye, ketiye nav kelecana hilbijartinê.

De xwedê wan bigihîne mirad û meqseda wan rebbî..

Lê ez meraqa mamê xwe ?erafettîn Elçî dikim gelî xwendevanan.

Gelo pi?tî ku di bin sîwana BDP de bê hilbijartin û di meclîsa virqo de bi navê „Yuce Turk milleti“ wê sûnda heram bixwe, wê di nava BDP de çend seetan bisekine? Yan divê ew jî bêje: „Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok“ û yan jî divê terka grûpa BDP bike û bi navê partîya xwe, bi navê KADEP ê, wek mêrê bi sed mêrî di meclîsê de li ber xwe bide.

Birastî ez ji niha ve helwesta mamê xwe ?erafettîn Elçî meraq dikim.

We go çi?

Amed

About The Author