Gelo wê Kurd dev ji dûvê Tirkan berdin?

Ol û dîn di xapandin û asîmîlekirina Kurdan re rola herî mezin dilîze. Tirk, Ereb û Ecem, bi hefsarê îslamê Kurdan bi dû xwe de dik?înin û di bin perda bratîya îslamî de nahêlin ew bi ser hi?ê xwe ve bên, bibin oldar û misilmanên millet û qewmê xwe. Dijmin ba? zane ku gava Kurdên dîndar bi hestek netewî nêzîkî ola xwe bû, ola xwe ji bo berjewendîyên millet û welatê xwe bi kar anî û xist bin xizmeta doza xwe, wê serê hefsêr ji destê wan derkeve û êdî ecdadê wan jî hew kare Kurdan bigre, hew karin hefsar têxin stuyê wan. Ji ber vê jî, piranîya  derfet û aborîya xwe ji bo fetisandina hestên netewî û çîroka bratîya îslamî seferber dikin.

Çalakîya ku vê dawîyê BDP li dar xistiye û oldarên Kurd jî daye dû vê helwesta bêîteatkarîya sivîl, lotikek zêdeyî xwe pîroz e. Bi taybet lotika oldar û bawermendên Kurd lotikek pîroz e û tirrê ji dewlet û melayên dewletê berdidin. Heger oldar û bawermendên Kurd wek îro bi hestek netewî û bi bawerîya „Senteza Kurd îslam„ê bidin ser rê, ez bawerim wê ?ore?a herî mezin li dar xin û wê zincîrên wê bratîya sexte biqetînin. Çawa ku Tirk bi plan û projeyên „Turk Îslam Sentezî“ Tirkayetî û netewperestîya xwe pê?de dibin û dînê îslamê ji bo berjewendîyên dewleta xwe bi kar tînin, divê em Kurd jî êdî oldar û bawermendên millet û doza xwe bin, wê perdeya re? a ku bi sedê salan e dijmin ki?andiye ser çavên me ji ser çavên xwe rakin û êdî her ti?tî têxin bin xizmeta doza milletê xwe.

Ez serê we neê?înim, çalakî û helwesta ku îro Kurdên misilman li kolanên bajarên Kurdistanê datînin, lotikek pîroz û bimbarek e, qetandina zincîrên bratîya sexte ye û ez hêvîdarim wê oldar û bawermendên me vê helwesta xwe berdewam bikin û îmana xwe taze û xurttir bikin.

Mû?

About The Author