Hesenê me bû mîrê zimanê Kurdî

Fakulteya Fen û Edebiyatê ya Zanîngeha Alparslan a Mû?ê, lotikek qerase avêt û dest bi dersên zimanê Kurdî kir.

Rektorê zanîngehê Prof.Dr.Nîhat Înanç, got ku wek dersa bijare wan kontenjan ji bo 80 xwendevanî vekiribû, lê 300 lotikvanî ji bo dersa Kurdî serî li wan daye û wan jî salona zanîngehê ji bo dersa Kurdî amade kiriye.

Prof. Nîhat Înanç, devê xwe bir û anî û got „ku wan ji bo destpêkirina dersên Kurdî xebatek qerase kiriye û ji bo vê jî du pisporên wek Ayhan Tek û Prof.Dr.Hasan Çîftçî wezîfedar kirine. Ev herdu kes hem Kurdî, hem Tirkî û hem jî Ingilîzî wek bilbil zanin.

Wê Be?a Ziman û Edebiyata Kurdî di bin serokatîya Prof.Dr.Hasan Çîftçî de berdewam bike.

Ê de haydê xalê Hesen, ê de bajooooooooooo! Be?a Ziman û Edebiyata Kurdî emanetî te yabo qurban. Bi sê telaqan, heger ti?tek bi be?a zimanê me bê, emê te bixesînin û tu sax…

Serhed

About The Author