Lotikxane dikeve meclîsê!

Berî hilbijartina gi?tî ya Tirkiyeyê ku wê 12ê Hezîranê pêk were, siyaset ji tenûrên nermik û germikên lotikxanê germtir bû. Heta kela siyasetê ewqas zêde bû ku, êdî çi dide ber xwe wek pizotên agir disincîrîne û qûna hevrikan dax dide. Lotikxanê jî xwe ji vê tir?ik û ?orbê nehi?t û nûnerekî xwe di?îne meclîsê!


Axir, bi kurtasî rew?a siyaseta ku niha li Tirkiye tê kirin ev e. Lê mijara me ne siyaseta elo û cimo ye, ya me li ser lotikên kurdewarî û mafxwaziya kurdên bakûr e. Lê nebî ku hûn dawiya nivîsê bixwînin! Ka em hêdî hêdî pêve herin. Jixwe wê hey mijar were ser mebûstiya lotikxanê…

Pê?î em kesereke kûr biki?înin û bêjîn, erê erê her çiqas me hêvî nedikir di navbera partiyên kurdan de tifaq çêbibe jî, ?eytanê me vê carê bi ziyaneke biçûk be jî bi ser neket û di rew? û derûniya siyaseta kurdên Tirkiyeyê de guherînek çêkir.

Bi hevkariya Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê, berendamên mebûstiyê hatin diyarkirin û bi mizgîniya xêrê dest bi lotikên xwe yên ji bo hilbijartinê kirin.

Vê carê çepgir, rastgir, negir, hogir, bergir, çîngir, olgir, kurdgir û bêgir çiqas gir hene be?darî vê eniya nû bûn. Ê ma ewqas ‘gir û van’ dikevin nav vê eniyê qey lotikxane jê dimîne.

Helbet stratejî, hisab û kîtabê lotikxanê jî heye li ser vê hilbijartinê. Pi?tî vê tir?ika ku me bi rezîkên jor ên ber eniya we disekinin dane fahmkirin, êdî em werin ser xebata lotikxanê ya li ser hilbijartinê ba? e.

Gelî lotikvanan wekî hûn jî ji nêz ve di?opînin, ji hêla kurdan ve, tevî girgirên ku me li jor qala wan kir, bi tevahî 66 berbijêrên parlementeriyê hatine nî?andan. Ji niha ve berbijêr, namzet an jî berendaman dest bi lotikên hilbijartinê kirine. Kûçe bi kûçe, kolan bi kolan, bajar bi bajar ji bo parsekiya rayekê bikin digerin!

Berendamê kontenjana Partiya Demokratîk Lotikxanê jî pir dixebite. Heta di vê xebatê de, li gor saloxên sîxûrên lotikxanê; termên gelek namzetên mebûstiyê yên ku, pi?tî kenê zikopi?to jiyana xwe ji dest dane û ji hilbijartinê veki?iyane hatine dîtin!

Her ku, xwe ne ji televizyonekê, ne ji bernameyekê, ne jî ji çalakiyekê dihêle jî, nûnerê me yê berbijêrê kontenjana lotikxanê, bi lotikên xwe e?kere dike ku lotikvanekî pir jêhatî û bi bandor e.

Em bawerin hûn niha têdigihîjin bê ew kî ye. Ew niha bi xebateke xûrt û germ berdevkiya lotikxanê li nav kurdan û raya gi?tî ya Tirkiyeyê dike!

Ew di bernameyên televizyonan de bi dilsozî û e?ekerebûna xwe dibin gotina tu kesî de namîne.

Ew kesekî rûken û jîr e.

Ew ê?a dil û kezeba xwe, bi zimanê xwe yê ?êrîn rave dike.

Ew berbijêrê serbixwe yê Partiya Demokratîk a Lotikxanê ye.

Ew nûnerê hemû lotikvanan ê ber deriyê meclîsê ye.

Ew Altan Tan e û ji gundê Midyadê Halexê ye.

Ew ji wê Halexa ku cih û warê lotik û çîrokên pêkenînê ye!..

Hûn dibînin bê çawa sîxûrên lotikxanê heta ber deriyê meclîsê diçin ne?!

Êdî dijmin û xêrnexwazên kurdan û lotikxanê bi ku de direvin bila birevin, mebûsê me yê lotikvan wê tim li du wan be!
Em jî hêvîdarin, wê nûnerê me bi wî zimanê xwe yê ?êrîn, zimanê wan ê ?er û dijminatiyê bi banê meclîsê ve girê bide û bi lotikên xwe jî termê çend zikopi?toyên din binax bike!..

About The Author