?ore?a Facebook-ê

 ?ore?ek navcîhanî

Ji gelan re dermanî 

Bê tank û top û dirav

Dixe lingên dijmin dav 

Ti?t jê nayê ve?artin

dinya pê tê guhartin 

Hêvya bindest û jaran

?ûrê di dest siwaran 

Ji Tûnisê destpêkir

Diktatorek bi rêkir 

Bû-Izêzî kir rêber

Nav belav bû li herder 

Ji wir berî da Misrê

Çav û guhên me tev lê 

Bi aramî, berxwedan

Milyonan diçûn meydan 

Ew zulm û zora dirêj

Ew kerwanê dest qirêj 

Ji ser Misrê rakirin

Dilê gel pê ?akirin 

Facebook berî da Yemen

Cem kesên jar û reben 

Xwedyê benî?t û qatê

ketine kêferatê 

Bi milyonan li kolan

Berxwedan û serhildan 

Bi yek deng, qêr û hawar

Birûxe ev Sitemkar

Li Lîbya jî tofane

?erê man û nemane 

Qadafiyê dîn û har

Lîbya kire tarûmar 

Jêre navê lam û cîm

Divê birûxe rêjîm 

Bû dijî wî dinya tev

Êdî nema jêre rev 

Facebook bû Bazê Qendîl

Çû hewara kesên dîl 

Xortên Sûryê livandin

Biçûk, mezin civandin 

Ji Deraa çirûsk vêxist

Agrê ?ore?ê pêxist 

Gund bi gund û ?ar bi ?ar

Milet kir qêr û hawar 

Sîng vekirî, destvala

Wek piling û ?epala 

Kîna bindestîyê ye

Roja serbestîyê ye 

Lê rêjîma hov û ?êt

Dest avêt karê kirêt 

Serhildan dan ber gulan

Xwîn rijiya li kolan 

?ehîd ketin bêjimar

Bi hezaran birîndar 

Li herderê yek qêr e

Roja xortê dilêr e 

Li seranserî welêt

Tevde bûye ar û pêt 

Nêzîke roja felat

Rizgariya Rojhilat 

Teknîka vî zemanî

Cinên erd û ezmanî 

Dinya hemî kirye yek

Qurbana çavên belek! 

Herti?tî ew dibîne

Bi pêlan re di?îne 

Yên ku di rêzê de ne

Lîbya, Sûrya û Yemen e 

Eger Sûrya çûye dam

Em tev berî didin ?am 

Dikin dîlan û ?adî

Bi serbestî, azadî 

Herbijî serrfirazî

Bimre rêjîma nazî

 

Kurdistan

About The Author