Zarokên kuçe û kolanan

Me di sala 2008 an de rêzenivîsek li ser rew?a zarokên Kurd we?andibû û bala awira gelemperî ya Kurd ki?andibû ser rew?a zarokên Kurd. Îro zarokên Kurd dîsa di rojeva Tirkiyê û Kurdistanê de ne. Zarokên Kurd tên revandin, tên tecawizkirin, dikevin destê mafya û çeteyên qirêj ên dewletê û ji bo kar û emelên xirab tên bikaranîn. Ji ber giringîya naveroka nivîsê û rew?a zarokên îro, em wê rêzenivîsê cara duyem pê?kê?î awira gelemperî dikin.

Lotikxane

—————————-

Zarokên kuçe û kolanan

Bavê Jîndar

Dewleta vedizî

Be?ek zarowên li kolan û kuçan “dewleta kûr” û artê? dibe. Dewleta kûr zêdetir li ser zarowên biçûk disekine. Hersal li Tiekîyê bi kêmanî 500 zarowên ber?îr ( tifal- sava ) ji alîyê malbatên wan, li parkan, li ber derîyê mizgeftan û deverên wek wan tên danîn. Derveyî wan li gor lêkolînan hersal li kolan û kuçan 50.000 zaro zêde dibin. Van zaroyên bê dê û bav sazîyên dewleta kûr dibin, li hêlînên zarowan û êtîmxanan mezin dikin.

Di nav wan de zaroyên herî jîr û zîrek dewleta kûr dibe. Li gor lêkolînan bi tenê di van sê salên dawî de ji hêlînên zarowan yên, Diyarbekir “ku di bin qontrola dewletê denin ji alîyê mamhosta, notirvan tên parastin û tu kes nikare xwe nêzikî wan deveran bike “ 34 zaro berze (winda)  ne. Heke li welatekî din ba, wê xelkê ji bo wan zarowên winda dinya bihejandana. Lê ji ber ku zaro Kurd in û hêlîn jî yê dewletê ne, tu deng ji kesî derneket.

Bêgoman dewleta kûr ew zaro birin û lewma çi deng ji çi kesî derneket û bê serû?ûn winda bûn. “ Dewleta kûr” van zarowên di hêlîn û kolanan de dibe, di mektebên herî ba? de dide xwendin. Pa?ê di?îne welatên derve dike pispor. Hinekan ji bo lobî û dîplomasîyê li welatên derva dihêle, hinekan jî tîne Tirkîyê di cihên herî kilît de cih dide wan. Wek medya, mît, banqe, artê?, asayî?, dîroknas, lêkolînvan, sazîyên, sivîl, sendîqa, partî, rêxistin û  hwd bi cih dike. Ev zarowên ku dê û bavê wan dewlet e, mejî, ruh û bedena wan bi nijadparêzî hatine dagirtin. Ji Tirkan pêve di nav Tirkîyê de çi netewan û kêm netewan nas nakin. Ew her Tirkekî bedelê cîhanekê dibînin û di xizmeta xwe de jî tu qisûrê nakin.

Dewleta vedizî ( kûr)  be?ek ji  wan kesên ku di zankoyan de nin û ji aliyê çete û mafiya bi madeyên tevizandinê ve bûne qurbana madeyan (heb-eroîn –esrar ), di mekteban de xirecir û arê?an derdixin,  dersên wan neba?in û dosya wan stûr bûye teslîmî Artê?ê dikin. Artê? jî van kesan dibe li gor dilê xwe li çiyayên Bolûyê , Exrîdir, û Foça  di navbera 3-5 salan de li ser 3 babetan û 47 dersên ji hev cuda lê bi hevre girêdayî perwerde dike.

 Her yekî dike tîmek taybetî û wek ramboyekî di?îne Kurdistanê . Ew kesên eroinkê?, ku tu çirûskek însanetiyê pêre nîne, berdidin bajar û gundên me. Ew jî hemi xirabî û neqenciyên ji destê wan tên liser me diceribînin.

 Çeteyên eroînfiro?

  Piranîya çeteyên mafiya tevizandinê ( eroin –esrar û –heb ) û çeteyên xeraç standinê pi?tgirîyê ji dewleta vedizî ( kûr ) distînin û xwe wek be?ek wê dibînin. Piraniya rêvebirên wan ji general, supa, qomîser, polîs û endamên partîyên wek MHP ê pêk tên. Ev çete ne bi tenê madeyên tevizandinê difiro?in û xeracê distînin. Têkilahîyên wan gelek berfireh in, destê wan di mafiya organfirotinê, qaçaxîya penaberan, çek û senet, qaçaxiya cigaran û sîlahan de jî heye. Derveyê van karên wan,  derxistina provaqasyonan, lidarxistina me?ên nîjadparêstî ya Tirkan, ku?tina kesên ronakbîr, peqandina bonban, revandin û fîdyestandin û hwd. Hemi ji alîyê wan de çêdibin. Destên wan û pêvegirêdayîyên wan di nava artê?ê, parlementoyê, nexw?xanan, banqan, polîsan, medya û hemi saziyên dewletê de hene. Piranîya serokên wan ji Rêxistina Ergenekonê, ango dewleta vedizî ne.

Ji bo van çeteyan, zaro wek xizîne û makînên pareanînê ne. Lewre ew ji nav zaroyên kolanan yên herî jîr û zerbedest (derb giran) dibijêrin û direvînin. Pi?tî mejî ?u?tinê, li cîyên taybet wan di her warî de, xasma diwarê ?ervanî ( kikboks, tekvando, jûdo û hwd. ) perwede dikin û ji bo firotina madeyên tevizandinê di?înin ber derîyê mekteban. Her weha wan bixwe jî didin kê?andin, da ku bibin tiryakîyê madeyan û nikaribin jê dûr bikevin. Li gor lêkolîn û statistîkên par, di mekteban de ji % 10 ên zarowan pêvegirêdayên madeyên tevizandinê (uyu?turucu)  ne. Ev zaroyên pêvegirêdayîyên madeyan, di dersên xwe de jî serneketî ne û  di mekteban de bêhizûrî û arê?eyan derdixin û dosya wan gelek stûre.

Zarowên ku ji ber tinebûn an jî hinek qirar (doz ) ê zêde direvînin û ji bo terapîyê  dikevin nexwe?xanan, vêcarê jî bi destên karmendên nexwe?xanan (wek doxtor û hem?îran) ji wan re made tê dayîn. Nexwe?xana Stenbol ya Bakirkoy, Enqere û Adanê yên ruh û sinirê, di nav wan de yên herî berbiçav in. Dema di ?er û pevçûnan de bên girtin jî  hêjta di qereqolan de nin, tên berdan. Bi kurtî  “tevna xwe pir ba? hûnandine.”

Li gor statîstîkan, li Tirkîyê hersal li kolanan 50 hizar zaro zêde dibin. Ji wan 500 jê zarowên sava (ber?îr) in. Bê goman ji van zarowan ji % 80-90 zarowên malbatên Kurdan in.  Ji derveyî wan, mixabin çeteyên ku bi navê  partîyên Kurdan, an jî partîya Kurdan dane pi?t xwe hene .” Dervayî Endambûna Ergenekon “ û dîrekt girêdanên bi artê?ê re. “ kirinên wan jî, ji yên çeteyên Tirkan ne çêtirin. Bi xwe têkiliyên wan jî bi hewre hene.  Ku nebin, nikarin van karan bi tekuzî pêk bînin. Lewre divê em xwe bilezînin û van zarowên di kolan û kuçan de mayî, berî ku bikevin destê van çeteyan bifilitîn. Heke em vê nekin, ewê bibin ê? û bikevin canê  me.  Dê bibin kêç  û spî û xwîna me firkin. 

Têbînî : Ew Ergenekona ez qal dikim ne ew çeteya Ergenekona ku di operasyonan de hatine girtin e.  Dibe ku serokê wê endamê Ergenekonê be. Ergenekon gelek meztire. Ew 3-4 perda pi?t van çeteyan de ye. Bi kurtî , dewlet bixwe ye. Bila kes pê neyê xapandin. Komela Ergenekonan ji boy ku li ser Ergenekona rastîn bê pêçandin hatiye damezirandin.        

Zaroyên ku dikevin destê çeteyan, ji ber ku çete wan di karên xurab de dixebitîne, wek tewanbaran tên girtin û dikevin girtîgehan. Li gor lêkolînên li ser 44551 mehkumên zaro yên girtîgehên Stenbolê hatine kirin, sedemên tawanbariya wan weha derketine holê. Ji  %  95 ên wan ewin ku ji gundan hatine bajêr û kesên malbatên wan kêm hatin in, an jî çu hatinek wan nîne. Ji % 45 bê kar û ?ol,  % 51  rûyê mekteban nedîtîne, % 15 ji malbatên  parçebûyî.

 Be?ek ji tawanên di sala 2006 an de hatine kirin, 2066 ku?tin, 40000 brîndar, 71564 êrî? û derb, 85964 mal ?elandin, 55967 cihên kar ?elandin, 4307 sazîyên fermî ?elandin, 31564 tirinbêl (erebe- seyare ) û 546 zaro hatine revandin, 1300 tecawuzên keç, jin û kuran.

Li Stenbolê ji lêkolînên li ser  15273  zarowên girtî hatine kirin. Ji wan 10000 ewin ku ji bajarên din  hatine revandin.Profîla zarowên di girtîgehan de: Ji % 51 neçûne mekteban. % 97  tawanbarîya xwe agahdarin, % 34 kê?andina esrar û eroyînê ceribandine, % 90 cigare  û tînerê dikê?in û alkolê vedixwin, % 100 sempatiya wan ji bo mafîyayê heye. 

De êdî hisab li cem we ye . Heke em wan zarowên xwe yên kolan û kuçan nefilitînin, wê aqûbeta wan  wek ewên li jor be.

Çeteyên Kekoyên Stenbolê

  Me di nivîsa berî vê de qala çeteyên diz , bêrîkbir û kirinên wan kiribû . Her weha me gotibû ku ev ji bo çeteyên Kurd derbaz nabe û emê di vî warî de jî we xwendevanên Lotikxanê agahdar bikin, li ser wê binivîsin.

Li gor lêkolînên ji asayî?a Stenbolê, ji 70 yî berjortir çeteyên Dîyarbekirîyan, yên dizî û bêrîkbirînê hene. Navê van çeteyan yê argo jî çeteyên KEKO ye . Ev çete, piranîya zarowên ku li kolan û kuçan dixebitin an jî dijîn, bi sozên jîyanek ba?, cil û libasên xwe?ik, pisiklêt, xanîyek ba? qaneh (îkna) dikin û dixapînin. Hinekan jî ji bavên wan dikirin. Bi mehane 300-500 YTL mia? didinê. Bi vî awayî dibin Stenbolê. Pi?tî perwerdeyê, ji bo dizî û bêrîkbirînê berdidin kolanan. Awayê xebata wan jî gelek ji yên din cuda ye. Ew zarowan bi sporê, carnan li sahayên bi mehfûr û xelîçe didin bezandin û topê bi wan didin lîstin da ku dilê wan xwe? bibe û karibin xwe? bazdin. Bi grûbî wan dibin ber behrê, ge?t û seyranan.  Yên ku gelek pare anîbin, jîr û zîrek e, ji boy ku ji bo hevalên xwe bibe mînak û hevalên wî jî çav li wî kin û zêde paran bidizin,  xelat dikin. Bi teyarê di?înin Antalyayê û di otêlên pênc stêrik de didin razandin.

Hiyerar?î û awayê rêxistinîya kekoyan:

Li herî jêr grûba (hucre ) dumencîyan

( grûba xapînok û ?a?kirinê). Ew ji 3- 5 kesan pêk tên, li ser serê wan koneyek (qurnazek) heye. Dumencî ew kesin ku hê?ta di her karê diziyê de ne hosta ne. Yanî, hê nebûne pispor. Qurnaz ku nêçîr kif? kir (kesê dizî jê bê kirin belî kir), wê dumencî dora vî- wê bigirin, bihevre bazdin an jî wek ku ?er dikin hinek xwe bavêjin bextê qurban .Wî-wê ?a?oma?o bikin. Di wê navberê de qurnaz, ti?tên bêrîka wî an ji cuzdanê di çantê wê de derdixe.  Pa?ê belav dibin û dor tê nêçîrek din.Çete ji 5- 10 hucre ( grûb- ref ) an, pêk tê. Li ser serê her grûbekê kesek berpirsiyar heye jêre  kekoyê qurnaz  tê gotin.

Kadir û endamên komîta rêvebir. Li ser serê wan jî kekoyê mezin, an jî Xalo heye (serok).  Kekoyên qurnaz, kekoyên mezin, an jî xalo dizîyê nakin. Ew kesên dizîyê bikin kif? dikin, wan perwerde dikin û diparêzin.

Parvekirina paran. Paran an jî ti?tên din, dikin sê par. Parek ji bo dumencîyan. Parek ji bo qurnaz û kekoyê qurnaz. Parek jî ji bo kekoyê mezin an jî xalo. Heke carnan hinek dizîyê nikaribin bikin, kekozê mezin ji bo xerckirinê hinek paran dike bêrîka wî. Heke hate girtin jî, di girtîgehê de dîsa çete li wan xwedî derdikeve.

 Her weku tê dîtin, wek rêxistinek sîyasî ya binerdî-berpenênî ( dizî – îlegal) xwe organîze kirine.

Endam û berendam =  Dumencî = Hucre.

Kadir = Qurnaz =   Berpirsê hûcrê

Kekoyên Qurnaz = Komîta Rêvebir

Kekoyê mezin, an jî Xalo = Serok, An jî sekreterê gi?tî

Zarok dikevin tora çeteyên diz û bêrîkbiran 

Be?ek ji zarowên ku kolan û kuçan dijîn, dikevin tora çeteyên diz û berîkbiran. Pirî caran ji Stenbûl, Enqere , Îzmîr û metropolên din yên Tirkan çete tên bajarên Kurdistanê yên wek Dîyarbekir, Entab û hwd û zarowan direvînin. Lê ne bi tenê zarowên kolanan dijîn, herwaha zarowên li kolanan dixebitin jî bi xwe re dibin.  Lê her zaro bi xwe re nabin. Hewceye zaro bi zendûbend be. ( fîzîka wî li cih be ) mildirêj, destdirêj û tilî zirav be, da ku bi?êt xwe biparêze  û ji bêrîkan bi hêsanî peran û cûzdanan derbêxe.

Her weha hewceye zaroyê malbatek pir zaro be, da ku malbat li pey zarowê xwe nekevin û ji çetê re arê?an dernexin. Wan zaroyan dibin berê li wan dixin, ê?kencê bi wan dikin, pa?ê jî wan bi her awayî perwerde dikin û jibo parsê û  dizîyê berdidin kolan û kuçan.  Heyamekê ji bo nerevin, dora wan bi çend notirvan û parêzvanan dipêçin. Ku emîn bûn êdî narevin,  van nobedaran ji dora wan kêm dikin.

 Heke zaro qesta revê kir wî digirin, hem ji bo tirsandina wî hem jî ji bo kesek din nereve wan gelek tê?înin, derbên giran lêdixin û birînên mezin di la?ê wan de vedikin. Heke birîn giran bin û zûbizû nekewin, dan û standinên wê çeteyê bi mafîa û çeteyên organfiro? re heye, wî zarokî di fro?in çeteyên organfiro?. Heke zaro di destê wan de mir, dibin tavêjin gela?ê an jî derek berpenî û binax dikin. Heke zaro kêm pere anîn, li wan dixin, birçî dihêlin, nahêlin derkeve der, bi vî rengî wan ceza dikin. Zaro jî ji neçarî bi gotina wan dikin. Carnan ji bo ku netirse, tîner û heban jî didin wan.

Hinek çete hene ku bi dizî û parsê qaîl nabin, bi çeteyên eroîn û hebfiro? re dibin ?irîk û xeracê jî dixwin. Li Stenbûlê hinek çete hene ku nifûsa zarowên di destê wan de xwe digehîne 200 neferan. Her weha ev çete, dema zarowên keç hinekî balix ( hukmejin ) bû, yan fihû?ê bi wan didin kirin, an jî bi parekî mezin difro?in çeteyên fihû?ê.

Lê divê bê gotin; ev kar ji bo çeteyên Laz,Tirk û ên partîyên wek MHP ê û yên pi?tgirîyê ji dewleta kûr distînin derbaz dibe. Çeteyên Kurdan ne hinde zalim in.  Di nivîsa bê de, emê qala çeteyên Kurdan jî bikin.

Lewre jî hewceye em vatinîyên xwe bi cîh bînin, berî ku zarowên me yên kûçan bikevin dest û tor a van çeteyan, ji kolanan rizgar bikîn.

              Tîner û balîkê?

Ba?e, sedema zarowên ku li kolanan tîner û balî dikê?in çine?. Bi gotinek din, çima hewce dibînin ku tîner û balîyê bikê?in?

1-      Ji ber ku erzan e û bi hêsanî tê peydakirin.

2-     Ji bo ku xwe li hemberî êrî?ên derve biparêzin.

3-     Ku lêdan û lêxistinê dixwin, bi ê?andina la?ê xwe nehesin.

4-     Li ber serma û seqemê qahîm û muhkem bibin.

5-     Ji bo ku wêrek û bêtirs bin.

6-     Ji bo ku ?erm û fedî nekin û bi rehetî parsê û dizîyê bikin.

7-     Ji bo ku bi?ên gotinên xwe bi serbestî bibêjin.

8-     Ji bo ku xwe di nav grûba xwe de bidin qebûlkirin.

Mirov dikare tînercî û balîkê?an bike sê be?.

Be?a yekem: Ew in ku li kolan û kuçan dirazên, bê xwedî û bêkes in. Çu xisarek mezin nadin derdorê. Tinê ji bo ku xwe biparêzin, bi grûb û awayek kominî dijîn, hê?ta neketine destê mafîa, çete û hêzên xirab. Ew be? hewcedarê alîkarîyê ne. Hewceye mirov hewil bide wan ji wê rew?ê bifilitîne. Ew jî, kî destê xwe dirêjî wan bike jê re nabêjin na. Ji ber ku ew jî dixwazin ji wî halî bifilitin. Çavên wan li benda destek alîkarîyê û germahîya malbatî, ?orbek germ, kincên paqij û çîyek ku xwe ji serma û seqemê biparêzin e. 

Be?ê Duyemîn : Xwedî malbat in, rew?a malbatên wan jî ne xirab in. Ew tinê ji bo zewqê tîner û balî dikê?in. Bi grûbên 6-10 kesî re digerin, di nav xwe de wek çeteyekê ne. Grûbek ?erkûk û belakir e. Bela xwe li herkesî dixin û derdora xwe aciz dikin. Carnan ji dikandar û esnafan xeracê jî distînin.

Be?a Sêyemîn : Ew in ku bi mafîa û çeteyan re dixebitin, di dema ?er û pevçûnan de çete  wan didin pê? û karên neba? bi wan didin kirin. 

Îcar heyran, li zarokên xwe xwedî derkevin ku ew jî wek van zarokan nekevin rêyên xirab û ji kîsî me neçin.

Ba?e kîne ev zaroyên kolan û kuçan?  Zaroyên kolan û kuçan ji kê re tê gotin? Zarowên kolan û kuçan, ew zarone ku ji ber gelek sedeman bi malbat, dibistan û civakê re danûstandinên wan qut bûne û 24 seetên xwe li kolan û kuçan derbaz dikin. Debara xwe li kolan û kuçan peyda dikin. Ji bêçaretî carnan ?olên xurab wek dizî, pars, revandin (kapkaç ) û carnan jî tîner û balî dikê?in û azadiya kolanan ji xwe re kirine cih û mesken.  

Li gor statîstîkên sala 2006 an li tevahîya Kurdistana bakur û Tirkîyê bi qasî 500 hizar zarowên ku kolanan dijîn hehe.  Ku % 80ê wan Kurd in. Ev zaro, li gor qaîdeyên xwe yên taybet, li kolanan, di binê pir, beden û avahîyên xurabe an jî terkandî de bi awayek komîn dijîn. Sedema ku ew li kolanan dijîn bi piranî arê?e û genge?îyên malbatî û aborî ne.

 Li gor lêkolînan ev zaro ji sedî 72-79 yan êtîm in, an sêwî ne yan jî ji malbatên dê û bav hevduberdayî tên. Dîsa li gor lêkolînan hinek ji wan, ji malbatên xwedî  4-6 an jî pêtir zarokanin ku ji gundan koçberî bajaran bûne, kar û ?olê wan nîne, ku hebe jî têra debara wan nake tên.  Ji wan malbatan sedî 60-65ê zilaman û  sedî 95ên jinan ne xwenda ne. Jin piranî bi karûbarên malê ve girêdayî ne û  hema hema danûstandinên wan bi derva re nînin. 

Ew zaro bê zirar in, hewceyî alîkarîyê û germahîya malbatê ne. Hewceyî destek dost û dilek nerm in. Çu danûstandinên wan bi çetan, an jî mafîayê re nînin.

Bê goman heke em alîkarîya wan nekin , be?ek ji wan jî wê bikevin tora çetên xurab û li hember me bên xebitandin.

Pi?tî destpêkirina ?erê qirêj li Kurdistanê, dewleta Tirko dest bi valakirina gundan kir. Ev xelkê me yên gundan, li bajaran vecemiyan (vehewîyan). Piraniya wan bê kar, zarowên wan jî bê dibistan in. Ji ber ku day û bav kar nabînin, zarowên xwe jibo firotina destmalan, pêlav boyaxkirinê, benî?t û çerez firotinê di?înin kolanan. Lewre li bajarê Colemêrgê giregirên dewletê komîteyek saz kirine .

Endamên komîtê xwe berdane nava kolan û kuçan, li ber derîyê mizgeftan li van zaroyan digerin . Qa?o dixwazin li van zaroyan xwedî derkevin û bigirin binê kotrolê. Lê ya rastî dixwazin van zarowan wek dilê wan dixwaze perwerde bikin. Wek dema Osmanî,  hêzên yênîçerîyên hemdem (ku îro bi navê Jîtemê ) tên binavkirin, dîsa wê milletê wan bi wan bidin ku?tin. 

Li gor gotina rayedarên komîtê, li Colemêrgê heta niha 18 zarowên kolanan ?ol dikin hatine girtin. Lê hê?ta çu zarowên kolan û kuçan radizên ne hatine dîtin.Bê goman hejmar dehan caran ji hejmara ku wan daye zêdetir e. Hêj jî li Colemêrgê  zaro diçin ser gela?ê (çopê) jibo malbata xwe xwarinê berhev dikin.

Îcar gelî Colemêrgîyên halxwe? û xudan wijdan! Li van zarokan xudan derkevin, di ?ûna ku hûn biçin li bajarên wek Îzmîr, Antalya û Stenbol û parên xwe bidin jinikên qehbik, ji kerema xwe  ganekê kêm bikin û ?û?ek ereqê kêm vexwin! Bi wî parê kêmganê û kêmvexwarinê wek alîkarî û xêr û xêrat bidin wan zarokên kolanan qurban. Heke ji we bêt avahîyekê jibo wan ava kin û wan bidin xwendin . Ji bîr nekin ku ew zaro, zaroyên me hemûyanin. Xirabûna wan jibo me kêmasî û ?ermîzahî , serketina wan jî jibo me serbilindî û serfirazî ye.

Ji me gotin vêca hûn dikin an nakin hûn bi kêyfa xwe ne……

About The Author