Sermezinên lijneya bilind ya hilbijartinan YSK, namzetîya 12 namzedên serbixwe ku di nav wan de Leyla Zana, Hatîb Dîcle, Sabahat Tûncel, Gultan Ki?anak, ?erafetin Elçî, Salih Yildiz, Îsa Gurbuz û Ertugrul Kurkçu jî hene, veto kir û kerê min bera ser kefenê 101 bavê xwe da.
YSK a ku heta bi namzetîya endamên çeteyên mafya, JÎTEM û Ergenekonê jî qebûl dike, çima ku Kurd in (Ertûgrûl Kurkçu ne tê de, namzetîya wî red kirine ji bo ku xwe pê biparêzin û bêjin „binerin va em namzetîya hinek Tirkan jî red dikin“) rê ji wan re tê girtin û Kurdan mecbûrî çek û pevçûnê dikin. Yanî, ev dolheramên dêlika Asenayê hem li nêl dixin, hem li bizmêr. Hem dibêjin bela Kurd dev ji ?erê çekdarî berdin û siyaseta sivîl bikin, hem jî rê li ber siyasetkirina wan tê girtin.
Ez serê we neê?înim, ez di ?ûna generalên KCK û BDP de bûma, minê ambarga danîba ser ayetên Îmralîyê, minê gund û bajarên Kurdistanê li Tirkan û dewleta wan biherimanda, minê bihi?ta ku psîkolojîya Tirkan bibe ?orbe, hew karibin herin ser do?ekên jinên xwe û hilbijartin li wan bikira jehr û ziqûm.
Lê mixabin meriv bi xwezîya nagihê baqê kezîya..
Enqere