Qantir za

Serokê CHP û kilê çavê dew?îrmeyên Tirkiyê birêz hacûc Kemal Kiliçdaroglû, li navenda gi?tî ya partîya xwe, hinek namzetên partîya xwe da nasîn û quma?ê wan pê?kê?î awira gelemperî kir.

Birêz hacûc Kiliçdaroglû, ji roja hu bûye serokê CHP û heta niha wek cin ji gotina „Kurd“ ditirsîya û Kurd nedianîn ser zimanê xwe. Lê qantir za, gotina „Kurd“ ji devê wî derket û tew hinek sozên ji bejna xwe mezintir jî dan.

Kiliçdaroglû, jina xwe ji xwe berda, sê telaq xistin destê xwe, bi wan her sê telaqan sûnd xwar û got ku „Ezê li Tirkiyê modela mirovê azad“ pêk bînim. Wê Kurd bi awayekî azad bibin xwedîyê nasnameya xwe (aha lotika bergîlkî ji vê re tê gotin), wê cînayetên tarî bên ruhnîkirin, emê canî û qesasan bigrin û serê wan têxin qûna bavê wan, wan radestî dadwerîyê bikin (çi dadwerîyek azad li Tirkiyê heye loooo)“ û serê hefsarê hespê xwe berda.

Hacûco gellek soz û peymanên din jî rêz kirin û tenûra CHP germ kir. Got ku ewê benda ji sedî 10 rakin, qanûna partîyên siyasî biguherin û bi dehan lotik û zîtirkên din.

Werhasilî kelam, dibêjin „Gotinên êvara dikevin qulê dîwara“. Îcar heger gotinên Kiliçdaroglû û Kasimpa?alî Receb jî ne lotikên êvara bin ba? e. Emê qûna re? û spî pi?tî hilbijartinê bibînin.

Haaaa, wê ev soz û peyman qa?o di dema desthilatdarîya CHP de pêk bên ha, ne di dema ku CHP di mixalefetê de be. Ango, heger CHP bibe hikûmet (ku xewn e) xwedêgiravî wê van sozan pêk bîne. Eynen wek mamê me ?erafeddîn Elçî ha. Ew jî dibêje, „Heger ez bêm hilbijartin ezê ji bo pêkanîna kongreya netewî bixebitim“. Lê ku neyê hilbijartin?

Ev jî mesela me û CHP û Kiliçdaroglû ye. Bibe hikûmet wê sozên xwe pêk bîne.

Lê ku nebû hikûmet?

Ji xirrê wî ve…

About The Author