Bûrkay lotikek bêîman li HAK-PARê xist

Piştî ku serokê HAK-PAR ê kekê me Bayram Bozyel biryar da ku xwe ji hilbijartinan vekişînin û piştgirîyê bidin namzetên Kurd ên serbixwe, qiyamet rabû û ji her alî ve êrîş çû ser HAK-PAR û generalên wê. Xalê me Kemal Bûrkay ji karwanê êrîşê kêm mabû, wa wî jî lotikek bêîman li HAK-PAR ê xist û ew da ber şeq û pekan.

Çima ku HAK-PAR ê xwe ji hilbijartinê vekişandiye û biryar daye ku piştgirîyê bide namzetên Kurd ên serbixwe (yên ku BDP destnîşan kiriye), xalê me Bûrkay rabûye ser tapanan, xwe aciz kiriye, xeyalşikestî bûye û lotika HAK-PAR ê wek xeletî û şaşitîyek mezin bi nav kiriye. Bi ser ku xalê me Bûrkay jî wek îmana xwe zane ku wê HAK-PAR nikaribe bendava ji %10 derbas bike (BDP bi wê qerasebûna xwe nikare derbas bike), dîsa jî xwestiye ku HAK-PAR beşdarî hilbijartinê bibe û lotikek zêdeyî bejna xwe bavêje.

Helbet beşdarbûna HAK-PAR a hilbijartinê wê ji bo HAK-PAR û PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) propagandayek mezin bûya. Ji sedî milyon belkî nikarîba namzetek jî derxista, lê wê têra xwe propaganda HAK-PAR û ji wê zêdetir propaganda PSK û xalê me Bûrkay bihata kirin, ji ber xalê me Bûrkay amadekarîya vegera Tirkiyê dikir û belkî di pêşerojê de wek serokê HAK-PAR ê jî bihata hilbjartin û daketa qada siyasetê.

Gelo xewn û xeyalên xalê me Bûrkay têk çûn? Em vê nizanin. Lê li gora min, berjewendîyên gelê Kurd, tifaq û nêzîkbûna partî û rêxistinên Kurd ji berjewendîyên HAK-PAR û BDP, ji berjewendîyên PSK û PKK wêdetir, çêtir û giranbuhatir in. HAK-PAR ê di vir de lotikek pîroz avêtiye û ez bawerim wê Kurd vê lotika HAK-PAR ê bilnd binirxînin, wê şeref û payebilindîyek mezin bidin helwesta Bayram Bozyel û HAK-PAR ê.

Ez serê we neêşînim, xalê me Bûrkay di nivîsa xwe ya vê dawîyê de tîne wê manedarîyê ku HAK-PAR hatiye lîztika BDP û hinek alîyên din, BDP ji Îmralîyê fermanan distîne û ji xwe pêve tehamilî kesekî din nakin. Helbet rastîyek di vê de heye. Lê gelo helwesta xalê me Bûrkay jî nayê heman mane û wateyê? Çima cenabê te ji tifaqa HAK-PAR û BDP ditirse? Madem hûn bi xwe û bi siyaseta xwe bawer in, madem hûn ji xwe ne piştkul in, ev tirs ji bo çiye?

Werhasilî kelam, çi BDP dibe, çi HAK-PAR dibe, çi KADEP û rêxistinên din dibin, siyaseta „ez û ez“ tu faydeyê nade Kurdan. Ha BDP fermanan ji îmralîyê û Ocalan digre û ha HAK-PAR fermanan ji PSK û Bûrkay digre qet ferq têde tuneye. Nêzîkbûna partîyên Kurd wê moralek mezin bide Kurdan û tekoşîna gelê Kurd gavek din bi pêşde bibe, dijminatîyê kêmtir bike û di pêşerojê de bibe sedemê bawerî û pêkhatina enîyek netewî.

Ez bi xwe lotika Bayram Bozyel û HAK-PAR ê carek din pîroz dikim û hêvîdarim wê Kurd di hilbijartinê de bigihên meqseda xwe.

About The Author