DO?EGA MIRINÊ JI ME RE RAXISTINE

Xwedê xerabke, berê ne doktor hebûn ne jî derman. Bi nexwe?ketinekê, ne xasima yên kal û pîr, li ser do?egekê didan razandin. Bi ki?andina ê? û ezab li ber mirinê diman heta jîyana xwe dest didan. Ev rew?ek ecêb bû, îcar li ser nexwe?an qewlik û metelok çêdikirin!

     Digotin felankes “ Kire qîre qîr rihê xwe teslîmî ezraîl nekir, nexwe gunehên wî pir bûn ji ber wê“. An jî “ Kuro ezraîl destê xwe kire qirika bêvan kesî, vixe vixa wî bû canê xwe teslîm nedikir “. Ya rastî nexwe?îyên giran bûn yan pence?êr yan jî pi?ik xelas bibû, ji ber wê ê? û jan diki?andin. Werhasil yên nemirin jî li  ser do?egê bi zorê diku?tin!

     Li hêla Sêwazê kalepîrekî Kurd Apê Edko nexwe? dikeve, jê re do?egê radixin û bi ser de quran û ayetan dixwînin. Neçarî ti?tek zehmet e, cîran heval û hogir diçûn serdana wî û ji hevdu helalî dixwestin. Xalê Hesen jî diçe qa?o him moralê (arî?en) bidê, him jî helalîya xwe bixwaze.

Xalê Hesen jê re dibê: “ Edko, nebê  tu ji mirinê bitirsî ha “.

 Apê Edko dibê: “ Ne xêr Hesko, ez çima bitirsim, mirin jî wek afirandinê heq e wîî “.

 Xalê Hesen got: “ Na  na netirse qurban, binêr apê ?iko, apê Cimo, xalê Betal û Bekiro jî li wir in, qe bêhna xwe teng neke ha..

Pa?ê helalîya xwe xwest û çû werhasil.

      Dewleta Tirko û dewleta Surî jî Kurd li ser do?ega mirinê dane rûni?tandin, helalî jî naxwazin û dibên hema wilo bimrin. Bi vî awayî „ pirsgirêka Kurd „ jî hel bibe.

      Bi saxî me dikin gorê wey bavooooo ! Bi saxî me dikujin wey dayêêê !

      Hûn jî rihê (giyan) xwe teslîmî dagirker û hevkarên wan nekin ku bi nemirina we dîn û har bibin.

Kurdistan

About The Author