Recebê me bûye Superman

Recebê me, ango Receb Kanat, li derûdora Batmanê bû qehreman û navek bi dû xwe xist.

Receb Kanat, bi nan û zikê ji Stenbolê ke?tîyek bi 3.500 Euroyî kirî û bi wê ke?tîya xwe alîkarîya xelkê xwe dike, kesên ku di çemê Dîcle û Botanê de ?erpeze dibin, rizgar dike.

Receb Kanat, bêyî ku qirû?ekî ji xelkê bistîne, ji dil û can vê xizmetê dike û ji ber vê xizmeta xwe jî wek „Azadkerê dilxwaz“ hat payedarkirin.

Li gora Recebê me dibêje, ke?tîya wî di seetê de 65 kîlometro dike û wek bayê xezebê bi hawara xelkê ve dibeze.

Îcar qet netirsin gelî xwendevanan. Heke rojekê hûn hatin Batmanê û nizanibin avjenîyê bikin, heke hûn di çemê Dîcle û Botanê de bi xeniqandinê rû bi rû man, qet netirsin. Wê Recebê me wek „Superman“ bi hawara we ve bigihê wesselam..

Batman

About The Author