De xwezî bi wê rojê

Serokê Kurdên dinya û axretê ba?qan Ocalan, di hevdîtina xwe ya vê hefteyê de lotikek bi îman avêt û em xeyal?ikestî nekirin. Bela xwedê emrê wî dirêj bike û ahê wî ji dijminê wî re behêke rebbî.

Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi parêzerên xwe re got ku „Xwezî namzetek ji HAK-PARê jî hebûya. Xwe veki?andina HAK-PAR ê û pi?tgirîya wê ya ji bo namzetên serbixwe lotikek ba? û pîroz e. Mesele ne tenê hilbijartin e, tevgera yekgirtî girîng e. Bloka demokrasîyê stratejîk e, tenê ne ji bo hilbijartinê ye“ û ajot.

De dengê te here xwedê rebbî. Ma kî naxwaze Kurd siyaset û hevkarîyek stratejîk bime?înin qurban. Êdî ji dijminatî, dijberî û zimandirêjîya hevre bes e! Heta em Kurd demokrasîya navxweyî pêk neynin, rêzê ji dîtinên hevre negrin û hevdu qebûl nekin, bawer bikin wê serê me her di nava xwelîyê de û ha?a qûna me jî belbelotî hewayê be.  

De xwezî bi wê roja ku ev yekîtî û siyaseta stratejîk heta bi serxwebûna Kurdistanê jî bidome û hûn sax…

Kurdistan

About The Author