Dermanê derd û kula

Amy Jackson wek berxikek ji berxikên buharê, wek karxezalek ji karxezalên çiyayên Omerya, wek ?ax û tayek ji tayên rihanê û wek ?imamokek ji ?imamokên bîstanên Torê ye.

Awirên çavên wê malxerabê ji tîrên berq û brûskên zivistanê, ji fî?ekên kele?kof û mîtralyozê û ji derbên lotikên bergîlan jî dijwartir in.

Bêvil û pozê wê wek hejîrên de?ta Bûnisra, wek xox û mi?mi?ên Bedlîs û Behdînan lihevhatî, girover û spehî ye.

Rûyê wê lihevhatî, girover û wek zebe? û petîxên Diyarbekirê balkê?în û bedew e.

Porê wê wek zivt û qetrana re?aya ?evê bedewîya wê temam dike, wê dike wek horîyek ji horîyên bihu?tê.

Burhên wê (ebrûyên wê) wek çemên Dîjle û Feratê di ser herdu çavên wê re diherikin û çavên wê dineqi?înin.

Diranên wê wek libên birinca Qerejdaxê spî û gewherî, wek vagonên trênê bê qisûr li dû hev rêz kirî ne.

Guhên wê wek bastêqa Torê bedewîya wê ?îrîntir dike.

Sîng û berên wê wek petîxên destarkî miz û ?îrîn, wek ?orba ?îr û bastêqa qelandî bi ser dev û lêvên meriv de dihilin û diherikin. Herdu memikên wê malmîratê wek go?tê li ser savarê, wek qeymaxê mîha, wek zebe?ên bê dendik jê têr nayê xwarin.

Bejn û bala wê wek dara spîndarê, wek ?itla rihanê û wek xiyarên Mêrdînê rast û bê qisûr e.

Ax Amy Jackson ax!

Xwezî tu jina min bûya û bela xwarina hêkên qelandî li dê û bavê min heram bûya.

Xwezî tu jina min bûya û bela derpî û kiras li min tuneba.

Xwezî tu jina min bûya û bela alîyek simbêlê min bi?ewitîya.

Xwezî tu jina min bûya û bela serê min wek serê Qado ?êrîn rût û keçel bûya.

Ax Amy Jackson ax!

About The Author