Rojekê ev tirr ji te re jî namîne cîgerim

Bextê Romê tune û nanê Tirkan jî li ser kaba wan e. Ev gotinên bav û kalên me ne. Ji ber ku bav û kalên me Tirk ba? nas kirine û zanîbûn bê çend mû bi qûna wan ve ne, ev metelok gotine û ji torinên xwe re wek diyarî hi?tine da ku torinên wan jî Tirkan ba? nas bikin û bi wan neyên xapandin.

Lê mixabin em Kurdên îro hîna jî dibin kurtanê kerên Tirkan, bi wan û misilmantîya wan tên xapandin û didin dû wan, her ti?tên xwe dikin bi qurbana bratîya wan. Lê Tirk wilo nafikirin. Ew tenê li dû tunekirin, asîmîlekirin û qirkirina Kurdan in. Lê ka ew Kurdên ku vê rastîyê bibîne û hefsarê xwe ji destê Tirkan derxîne?

Mesela me li ser Kasimpa?alî Receb û derewên wî bû.

Kasimpa?alî çeqilmast Receb, niha tifa xwe dalêse, dibêje “Li Tirkiyê êdî pirsa Kurd tuneye. Pirsa brayên min ên Kurd heye” û serê wan brayên xwe dixe nizanim çiyê xwe.

Pozmezin Receb, li Mû?ê dîsa zîtirkên bergîlkî avêtin derûdorê û xwelîya heft gundan li serê Kurdên ehmeq kir. Ew Kurdên ku bi navê bratîya îslamê guhdarîya derewên Recebo dikin, ji bîr dikin ku wê di cehnema gewrik de bi?ewitin û wê xwedayê alemê vî hesabî ji wan bipirse.

Di qurana pîroz de “Kufir dom dike lê zilm dom nake” tê gotin.

Îcar xwedê kerîm û rehîm e. Çawa ku ev tirr ji Saddam Hisên re nema û dor hatiye Be?ar Esed, helbet wê rojekê dora tenûrê bê Tirkan û wan kesên ku Kurdan înkar dikin jî.

De xwezî bi wê rojê…

Mû?

About The Author