Ma em zugurd ji Ey?ika Ereb in?

Belê, roja 1ê Gulanê pi?ta xwe da derî û karkir, sosyalîst û çep û rep daketin hol û meydanan, dest bi lotik û zîtirkan kirin û roja xwe pîroz kirin.

Yaw babam, 1ê Gulanê cejna karkira ye, 8ê Adarê roja jina ye, roja dayikan heye, roja bavan heye, roja li dijî nîjadperestîyê heye, roja zimanê zikmakî heye, roja bîranîna Hîro?îma û Helebçe heye, rojbûna serok û merokan heye, roj û festîvala kê kir kê heye, heye û hey heye.

Êêêêêê….

Û em zugurd, betal û tiralên xwedê?

Çima ma em ji Ey?ika Ereb in bavê min? Ê law em ne karkir in heyran. Bi sala ye ez li kar digerim lê kesek naletê li bavê xwe nayne û karekî nade min. Yanî ez zugurd, betal û tiral im. Ji sibê hetanî êvarî bi xiyar û hêkên nav ?eqê xwe dilîzim û wek tizbîya Mam Celal yeko yeko wan li dû hev dik?înim, car caran jî bi wan bi xar û qirû? dilîzim. Ê ba? e, ka roja me zugurd, betal û tiralan yabo?

Çima roja herkesî heye lê roja me tiralan tuneye babam? Ma em zugurd û tiralên xwedê pa?ûpê ji dêya xwe çêbûne?

Na na, êdî bes e!

Em zugurd, betal û tiralên xwedê jî doza roja xwe dikin qurban. Yan wê rojek ji me re jî bê veqetandin û li ser navê me bê tapokirin, yan na jina min ji min berdayî be, bi her sê telaqên bê fitû min hew 1ê Gulanê cejna karkirên dinyayê pîroz kir û hûn sax….

About The Author