Çar?emba xas û qelenderan

Emê hemî dilên Sipî

di bîranîna te de bicivînin û

hemî gulên welatê rojê

di hemêza te de bibi?kivînin.

Emê hemî simbilê de?ta Heran û Mêrdînê

li ber ava kaniya te biseridînin û

hemî çirayên xwe bi donê zeytûnên te pêxînin

Çarsemba serê Nîsanê.

Emê bejna te bi kirasê buharê bixemilînin û

 te li ber dengê ?alûl û bilbilan

di hembêza Lali?a Kurdî de bilorînin.

Emê te di koçika dilê teyrikên muhacir de rûnînin û

hemî dilên ?eyda li ber sirûda hebûna te bisekinîn

Çar?emba Xas û Qelenderan

Emê hemî dengbêjên welatê rojê

li ber keska dilê te bicivînin û

hemî tilîkên xîretê

li ser perdeyên tembûra te bigerînin.

Emê hemî stranên rûmetê

di ?ahiya hatina te de bixwînin û

hemî stêrikên hebûnê di ?eva te de bixemilînin

Çar?emba Kulik û Xirqeyan.

Emê hemî kirasên sipî

di me?a azadiya te de bime?înin û

hemî qirikên qewil û beytên Lali?a nûranî

di pîrozbahiya te de bicvînin.

Emê hemî pinpinîkên serêkaniyê, Cerih û Amûdê

di kêliya bixêrhatina te de bifirînin û

bejna zeriyên xwe bi rengên te bixemilînin

Çar?emba semagerên welatê rojê.

Emê hemî hêkên jiyanê

bi rengên kesk, sor û zer

di sipîbûna dilê te de bixemilînin û

hevîrê kulîçeyên xwe

bi destên teyî pîroz li ber ronahiya te bistrin.

Emê li ser destiyê te?iya Êzîdxanê

benê jiyaneke birûmet birêsin û

xwe bibenê hêviya xêr, beraket û azadiyê ve girêdin

Çar?emba xêr û beraketê.

Emê hêviya xwe

bi destên Xatûna Fexra û girgirekên mala mezin

di bin konê mîrê bitenê de binvîsin û

li Geliyê Pîroz bi dara zeytûnê ve dalqînin.

Emê hemî semayên xwe ji bo hebûna te bigerînin û

hemî çirayên xwe bi wateya te pêxînin

Çar?emba Sor.

 Oldenburg / Almanya

About The Author