Xwe ji roja qiyametê re amade bikin!

Heta niha kesekî nizanîbû bê wê kengî qiyamet rabe û ev dinya serûbin bibe. Lê serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan, bi kerametên xwe roja qiyametê ji me re e?kere kir. Pi?tî 15 Hezîranê!

Ocalan di hevdîtina parêzerên xwe de vê hefteyê hem bi xwe qiyamet rakir û hem jî roja qiyametê e?kere kir. Lê bela jinên Kurd jê re bilîlînin û bi govendê bigrin. Çima? Ji ber ku ocalan di hevdîtina xwe de „azadîya jinê di ser azadîya netewî, di ser azadîya her ti?tî re“ girtiye û gotiye: „Heta jin azad nebin tu ti?tek nayê guhertin“.

Yabo qurban, sayin ba?qan, bi ellawekîl hingî min go „Azadîya jinê û 101 carî azadîya jinê“ jina min xwe li ser serê min kir general, lotikek bêîman li min xist û talîya talî me hevdu berda. Tembîya min li we be hay ji azadîya jinên xwe hebin gelî xwendevanan..

Axir, ba?qanê me vê carê tirr ji BDP berdaye û ji wan re gotiye „Bûrjûwazîyên piçûk“. Li gora ba?qanê me, BDP ti?tekî ji siyasetê fahm nake.

Û PKK û gerîlla?

Gotiye: „Gerîllatî kirine wek lîztika zarokan. Ev ?er û gerîllatî ne wek ku ez difikirîm, wek min nakin“ û lotikek qerase li gerîlla û serokên gerîlla xistiye.

Ez serê we bê?înim û neê?înim, ba?qanê me vê Çar?emê jî serê me Kurdan kir ?orbe. Em nema zanin bê emê ji kîjan ayetên Çar?emê bawer bikin û ji kîjanan bawer nekin. Lê ji niha ve min amadekarîya xwe kiriye gelî xwendevanan. Madem wê pi?tî 15ê Hezîranê qiyamet rabe û roja qiyametê ye, ezê pez û dewarên xwe bifro?im û ji xwe re terk û dinya bibim. Ezê xwe di ?ikeftekê de ve?êrim belkî hema ez ji roja qiyametê xilas û azad bibim babam..

Bi ya xalê xwe bikin û hûn jî buxçik û baholkên xwe amade bikin. Birevin, birevin û heta hûn karibin ji roja qiyametê birevin û hûn ji min re sax….

Kurdistan

About The Author